MSD`ê û Partiya Sûriya Pêşerojê peyamên 1ʹê Gulanê dan

MSD`ê û Partiya Sûriya Pêşerojê 1ʹê Gulanê pîroz kir û ji bo piştevaniya tevgerên karkeran û mîsogerkirina mafên wan banga têkoşîna yekpare kir.

MSD`ê û Partiya Sûriya Pêşerojê peyamên 1ʹê Gulanê dan
1 gulan, 2023   12:44
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 1ʹê Gulanê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Sûriya Pêşerojê peyam weşandin.

MSDʹê di peyama xwe de ku li ser malpera xwe weşandiye, 1ʹ Gulanê li tevaahî karkerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhanê pîroz kir û got: "Îfadeya durist a pesindayîna çîna kedkaran ew e ku siberojeke baş ji bo wan û ji bo nişfên bê re were avakirin, her wiha piştî têkbirina hemû cûreyên destpotî, teror, dagirkerî, keysbazî û cudekarî, divê civakeke nû were avakirin ku mafên wan mîsoger bike û geşkirina aborî  û civakî di nava Sûriyeyeke yekûbyî ya ji bo tevahî pêkhateyên wê de pêk bîne."

Endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê peyamek li ber navenda xwe da. Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawud xwend.

Di peyamê de rola mezin a karkeran di civakê de hat destnîşankirin û ji bo piştevaniya çîna karkeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mîsogerkirina mafên wan banga xebateke hevpar kir.

Her wiha hate gotin: "Em di wê baweriyê de ne ku karkerên Sûriyeyê wê di avakirina siberoja Sûriyeyê de li pêş bin."

)bb)

ANHA