Di mehekê de li Derayê 47 kes hatin kuştin

 Li herêmên Derayê ku “lihevhatin” lê çîbûne, di encama êrişên di Nîsanê de pêk hatine 47 kes hatin kuştin.

Di mehekê de li Derayê 47 kes hatin kuştin
1 gulan, 2023   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevlîhevî û rewşa xirab a ewlehiyê, êrişên çekdarên nenas, teqînên û êrişên bi rêbazên cuda li Derayê dewam dikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di meha Nîsanê de 61 êriş pêk hatine, di encamê de 47 kesên ku piraniya wan sivîl, endamên hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî wan in, hatine kuştin.

Ji destpêka îsal de jî 175 êrişên bi rêbazên cuda pêk hatine û di encamê de 135 kes hatine kuştin.

(c)