​​​​​​​Ji ber dorpêçê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di nav tariyê de ne

Di encama dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de, dayîna saetên kehrebeyê kêm bû. Ji ber wê jî herdu tax di nav tariyê de mane.

1 gulan, 2023   18:14
HELEB-EKÎP

Di encama dorpêça hikumeta Şamê ya berdewam a li ser herdu taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de, sotemeniya depokirî jî xilas bû, pê re saetên dayîna kehrebeyê jî kêm bûn. Di encamê de tariyeke wiha giran li herdu taxan serwer bûye.

Ji ber dorpêça tengav a hikumeta Şamê, Şaredariya Gel duh belavokek weşand û tê de ragihand ku saetên dayîna kehrebeyê heta 2 saetan kêm bû, ku berê rojê 5 saet bû.

Ajansa me bi dîmen tariya ku bi şev li herdu taxan serwer e şopand û çawa şênî ji bo ronahiyê mûm, qendîl û pîlan bikar tînin dema ku di nava kolanan de digerin.

ANHA