Tehran: Dê Reîsî serdana Şamê bike

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî wê roja Çarşemê ji bo 2 rojan serdana Şamê bike. Ajansa IRNA`yê ya Îranê serdan wekî “serdanek gelek girîng” bi nav kir.

Tehran: Dê Reîsî serdana Şamê bike
30 nîsan, 2023   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNA’yê Îbrahîm Reîsî li ser vexwendina Serokê Sûriyeyê Beşar Esed ji bo 2 rojan serdana Şamê dike.

Sefîrê Îranê ya li Sûriyeyê Huseyîn Ekbarî got: "Ev serdan ji bo guhertin û pêşketinên li herêmê gelek girîng e. "

Ekbarî destnîşan kir ku ev serdan ne tenê ji bo Tehran û Şamê, ji bo welatên din ên herêmê jî wê bi sûd be.

Serdana Reîsî di demek wisa de ye ku, di pêvajoya ku gavên nermbûnê navbera Îran û Erebistana Siûdî de pêk tê. Erebîstana Siûdî jî bi Şamê re ku ji sala 2011’an ve ji aliyê dîplomatîk ve hatiye îzolekirin, têkiliyên xwe normal dike.

Beşar Esed di Gulana 2022’yan de, piştî destpêkirina şerê navxweyî li Sûriyê, serdana xwe ya duyem bo Tehranê kir.

Serdana dawî ya ji bo Şamê Serokkomarê Îranê Mahmûd Ahmedînecad pêk anî bû. Ev serdan di Îlona 2010’an de pêk hatibû.