Li Qamişlo 80 şehîd hatin bibîranîn

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo 80 şehîdên herêmê bi bîr anîn û soz dan ku rêya şehîdan berdewam bikin ji bo ku jiyaneke bi rûmet, azad, wekhev û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. 

Li Qamişlo 80 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 80 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 80 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 80 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişlo 80 şehîd hatin bibîranîn
30 nîsan, 2023   13:57
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo ji bo bîranîna 80 şehîdan merasîmek li dar xist ku di dem û cihên cuda de di mehên Çile, Sibat, Adar û Nîsanê de şehîd bûne.

Merasîm li hola Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran hat lidarxistin. Di merasîmê de gel bi girseyî, malbatên 80 şehîdan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û endamên Meclisa Malbata Şehîdan beşdar bûn.

Di serî de Seroka Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewahir Îbrahîm bal kişand ser rola şehadetê di dîroka gelên berxwedêr de û di pêkanîna armanc û hêviyên wan de û got: "Bi saya fedakariya şehîdan û berxwedaniya wan a li hember êrişên li dijî herêmê em gihîştin roja me ya îro. Ji ber wê jî divê em rêya şehîdan bişopînin û ber bi avakirina welateke azad û jiyaneke birûmet ve biçin."

Cewahir teqezî bi girîngiya şopandina rêya şehîdan ji bo pêkanîna jiyaneke birûmet û wekhev û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, kir.

Piştre, beşdaran mûm pêxistin û sinefizyonek der barê wêneyên 80 şehîdan de hate pêşandan.

Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehadeta şehîdan xwendin û ew radestî malbatên wan kirin.

(mh/şx)

ANHA