Ji bo kêmkirina qerebalixê geracek hat avakirin

Şaredariya Gel a Qamişloyê ji bo kêmkirina aloziya trafîkê li bajêr, li ser rûpîvana 7 hezar metre çargoşe geracek ava kir.

Ji bo kêmkirina qerebalixê geracek hat avakirin
30 nîsan, 2023   12:51
QAMIŞLO

Xebatên avakirina geracê beriya salekê li ser daxwaza ajokaran hatibûn destpêkirin.

Geraca ku îro hatiye vekirin li ser rêya di navbera sûka Qamişlo û rêya Hîzamê ya li bakurê bajêr e û li ser rûpîvana 7 hezar metre çargoşe ye.

Ajokar ji saet 08:00`an heta saet 20:00`an dikarin erebeyên xwe li geracê rawestînin.

(c)

ANHA