24 navend ji bo kirîna genim hatin diyarkirin

Desteya Çandiniyê ji bo kirîna genim 24 navend li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin û amadekariyên pêwşazîkirina mewsima çandiniyê bi gerînende û komîteyên xwe re nîqaş kirin.

24 navend ji bo kirîna genim hatin diyarkirin
30 nîsan, 2023   11:44
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nivîsgeha ragihandinê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, desteyê di çarçoveya amadekariyên mewsima çandiniyê ya 2023`yan de û ji bo nîqaşkirina tedbîrên mewsima çinînê, civînek li dar xist.

Hevserokatî û şêwirmendên desteyê, Saziya Giştî ya Tovan, Girînendeya Giştî ya Lêkolînên Zanistî yên Çandiniyê, Taqîgeha Giştî, Rêveberiya Giştî ya Şîrketa Pêxşxistina Çandiniyê, desteyên çandinî û avdanê yên rêveberiyên sivîl û xweser, Nivîsgeha Kar û Barên Çandiniyê û Aboriya Jinan beşdarî civînê bûn.

Di civînê de rewşa çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî rewşa genim hat nirxandin û hate diyarkirin ku bi giştî îsal rewşa genim baş e.

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ji bo kirîna genim 24 navend li Dêrazor, Reqa, Tebqa, Kobanê û Minbicê diyar kirin. Her wiha amadekariyên pêşwazîkirina mewsima genim hatin nîqaşkirin. Li herêma Cizîrê jî navendên kirîna genim dê li Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê û Hesekê bin.

Hat destnîşankirin ku dê hemû depo û ambarên genim bên sererastkirin û dezenfktekirin û ji bo pêşwazîkirina mewsimê bên amadekirin. Her wiha bal hat kişandin ku ji bo wergirtina mewsimê (kirîna genim û diyarkirina cureya wê) dewreyek perwerdeyê bê vekirin.

Desteya Çandinî û Avdanê desteyên xwe yên li kanton û herêman agahdar kir ku divê pêşniyarên ji bo nirxê genim hildin û civînan bi cotkaran re li dar bixin.

Desteyê destnîşan kir ku dê nirxê genim bi dilê cotkaran û li gorî lêçûnên hilberînê be.

Di dawiya civînê de mekanîzmeya ruxsetkirina û bacên deraseya hatin nîqaşkirin, her wiha tedbîrên mewsima çinînê hatin diyarkirin û komîteyên rewşa awarte ji bo parastina mewsima çandiniyê hatin avakirin.

(c)

ANHA