Li Hesekê merasîma oxirkirina du şehîdan

Şêniyên Hesekê cenazeyên şehîd Mehmûd Muslih û Bedran El Ebdullah oxir kirin û soza berdewamkirina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftin û azadiyê nû kir.

Li Hesekê merasîma oxirkirina du şehîdan
Li Hesekê merasîma oxirkirina du şehîdan
Li Hesekê merasîma oxirkirina du şehîdan
Li Hesekê merasîma oxirkirina du şehîdan
Li Hesekê merasîma oxirkirina du şehîdan
Li Hesekê merasîma oxirkirina du şehîdan
30 nîsan, 2023   11:53
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê, endamên Saziyên Sivîl û Leşkerî beşdarî merasîma oxirkirina şervanê QSD`ê Mehmûd Muslih û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Bedran El Ebdullah yên ku 28`ê Nîsanê dema li ser erka xwe bûn gihîştina şehadetê, bûn.

Merasîma ku li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê girêdayî Hesekê hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatima El Elî axivî û bal kişand ser fedakariyên şehîdan. Fatima got: “Şehîdan li hember dijmin li ber xwe da, axa welat parastin û tevlî karwanên nemiran bûn.”

Yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma Cizîrê Hec Hesen Bedran jî axivî û destnîşan kir ku tevahî hêzên leşkerî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê heta pêkanîna serkeftin û azadiyê rêya şehîdan dewam bikin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Alan Hesekê jî axivî û got: “Şehîd ji bo pêkanîna projeya neteweya demokratîk canê xwe feda dikin. Em soz didin ku em têkoşîna wan bidomînin.”

Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan di nava dirûşmeyên mîna “Şehîd namirin” de hatin veşartin.

(c)

ANHA