Li Tirbespiyê amadekariyên pîrozbahiya 1`ê Gulanê

Di çarçoveya amadekariyên ji bo pîrozkirina 1`ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê, bendava Mizgefê ku dê sibê pîrozbahê lê were lidarxistin tê paqijkirin.

Li Tirbespiyê amadekariyên pîrozbahiya 1`ê Gulanê
Li Tirbespiyê amadekariyên pîrozbahiya 1`ê Gulanê
Li Tirbespiyê amadekariyên pîrozbahiya 1`ê Gulanê
Li Tirbespiyê amadekariyên pîrozbahiya 1`ê Gulanê
Li Tirbespiyê amadekariyên pîrozbahiya 1`ê Gulanê
30 nîsan, 2023   11:26
 QAMIŞLO

Meclisa Navçeya Tirbespiyê bi hevkariya Şaredariya Gel a navçeyê û bi beşdarbûna bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweser û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) vê sibehê dest bi paqijkirina bendava Mizgeftê ya li navçeyê kir.

Tê payîn ku xebatên paqijkirinê heta saetên êvarê dewam bikin.

TEV-DEM`ê demek berê bang li şêniyên herêma Cizîrê kiribû ku bi girseyî beşdarî pîrozbahiyên 1`ê Gulanê bibin.

Dê pîrozbahî li van deveran bên lidarxistin:

-Kantona Qamişlo:

Cih: Bendava Mizgefê

Saet: 11:00

-Kantona Hesekê:

Cih: Gundê Çolbistan

Saet: 11:00

(c)

ANHA