Saetên kehrebeyê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî hatin kêmkirin

Piştî Şehbayê, saetên dayîna kehrebeyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî hatin kêmkirin. Hişyarî hat dayîn ku eger dorpêça hikumeta Şamê dewam bike, dibe ku di rojên pêş de kehrebe li her du taxan bi temamî bê qutkirin.

Saetên kehrebeyê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî hatin kêmkirin
30 nîsan, 2023   11:18
 HELEB

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di encama dorpêça hikumeta Şamê de û bidawîbûna sotemeniyê mayî, saetên dayîna kehrebeyê hatin kêmkirin. Rojane 5 saetan kehrebe dihat dayîn, lê niha wê tenê 2 saetan kehrebe bê dayîn.

Li her du taxan ji bo bidestxistina kehrebeyê 66 jenerator tên bikaranîn. Her jeneratorek di her saetê de di navbera 30 û 35 lîtreyan de mazotê dixwe.

Şaredariya Gel îro diyar kir ku ji ber dorpêça hikumeta Şamê depoyê yedek (îhtiyad) ê mazotê xilas bûye û biryar da ku jeneratorên li herdu taxan rojê tenê du saetan bên xebitandin.

Berpirsê Komîteya Jenerator û Kehrebeyê ya girêdayî Şaredariya Gel Ehmed Celûsî destnîşan kir ku rewşa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji rewşa Şehbayê ne cuda ye.

Celûsî anî ziman ku kêmkirina saetên dayîna kehrbeyê ji ber dorpêça giran a hikumeta Şamê û hişyarî da ku di dema pêş de eger dorpêç dewam bike dibe ku sotemeniya ku pê jenerator tên xebitandin jî bi dawî bibe û kehrebe bi temamî qut bibe.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber dorpêça hikumeta Şamê, ji 27`ê Nîsanê de kehrebe li kantona Şehbayê qut e.

(c)

ANHA