Li Girê Spî ya dagirkirî nifşekî tundraw tê avakirin

Li kantona Girê Spî ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, bi rêya komeleyên pakistanî û çaçanî zarok li ser îdeolojiyeke tundraw tên perwerdekirin.

Li Girê Spî ya dagirkirî nifşekî tundraw tê avakirin
30 nîsan, 2023   02:25
EYN ÎSA

Komeleyên pakistanî û Çaçanan bi desteka dewleta Tirk a dagirker belavkirina îdeolojiya tundraw li kantona Girê Spî ya dagirkirî didomînin, da ku nişfekî li ser îdeolojiyeke tundraw bigihînin.

Komeleyên pakistanî û çaçanî bi desteka dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku di nava “Meclisa Til Ebyedê” de kar dikin, dest datînin ser erd û milkên şêniyên ku bi darê zorê hatin koçberkirin. Komeleyên navborî li navenda bajarê Girê Spî û bajarokên wê Silûk, Tirkmen û Elî Baciliyê erdên koçberan ku desteser kirine, dikin navendên perwerdeyê.

Girê Spî piştî êrişên dagirkirkirinê yên Cotmeha 2019ʹan, piraniya dibistanên wê ji aliyê dagirkeran ve hatin talankirin û hinek veguherandine baregehên leşkerî yên çeteyan. Li dibistanan fêrbûna bi zimanê tirkî hatiye ferzkirin.

/kr/uploads/files/2023/04/29/193508_fb_img_1681953407489.webp

Çavkaniyekî xwecih ji bajarokê Silûkê yê li rojhilatê kantona Girê Spî diyar kir ku komeleyên pakistanî û çaçanî bi awayekî xeternak çalak in.

Ji dawiya 2021ʹê ve li “Peymangeha Ubey Bin Kab” 3 dewreyên perwerdeyê hatin bidawîkirin. Dewreya perwerdeyê ya herî dawîn beriya 2 rojan bû ku derdora 400 zarok jê derçûn.

Li gorî çavkaniyekî ku li deriyê sînor kar dike, dewleta Tirk a dagirker heta destpêka meha Nîsana 2023ʹyan, derdora 22 hezar kes ku piraniya wan ji Hema, Heleb, Idlib û Xûta Şerqiye ya Şamê derbasî kantonê kirin û ew li malên koçberan bi cih kirin.

Komeleya Ensar û Komeleya Beyt El Mal a pakistanî alîkariyê didin navendên perwerdeyê yên belavkirina fikrên tundraw ên wekî Ubey Bin Kab a li Silûkê, Omer Bin Xetab a li bajarokê Hemam Tirkman, Peymangeha Reşîd a li navenda bajarê Girê Spî. Her wiha destek dan vekirina dibistanên wekî Ehmed Yasîn û Ebû Bekir El Sedîq ên li navenda bajar û Dibistana Xirbet El Riz.

(bb)

ANHA