‘Partiya Çepên Kesk kilîta demokrasiyê ye’

Kesayetên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku Partiya Çepên Kesk ji bo gelên bindest ên Tirkiyeyê kilîta demokrasî û azadiyê ye û bang li gelên Tirkiyeyê kir ku dengê xwe bidin wê.

‘Partiya Çepên Kesk kilîta demokrasiyê ye’
30 nîsan, 2023   00:46
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê ragihand ku 26 partiyan lîsteyên namzetên xwe pêşkêş kirine, da ku beşdarî hilbijartinên parlamentoyê yên 14`ê Gulanê bibin.

Têkildarî mijarê kesayetên welatparêz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

/kr/uploads/files/2023/04/29/193608_-large.webp

Mihemed Bedran ê ji bajarê Hesekê got dîroka AKP`ê bi komkujî, sûc û zilma li dijî gelên Rojhilata Navîn dagirtî ye û anî ziman ku divê gelên Tirkiyeyê serî ji siyasetên dewleta Tirk a dagirker re daneynin.

Bedran wiha axivî: “Ka azadiya li Tirkiyeyê? Ka wekhevî? Destilata Tirkiyeyê nahêle malbatên girtiyan serdana wan bikin, dengên ji bo azadiyê bilind dibin bê deng dike, wê demê azadî li ku ye?”

/kr/uploads/files/2023/04/29/193632_-large.webp

Mihemed Dawê jî diyar kir ku Partiya Çepên Kesk ji bo rêvebirina Tirkiyeyê partiya herî guncaw e û wiha dom kir: “Ji ber ku xwedî feraseteke demokratîk e ku dikeve xizmeta gelên Tirkiyeyê. Erdogan û partiya xwe dê di hilbijartinan li hember Partiya Çepên Kesk bi ser nekeve.”

Dawê bang li gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Partiya Çepên Kesk ji bo gelên bindest ên Tirkiyeyê kilîta aştî, demokrasî û azadiyê ye.”

(c)

ANHA