​​​​​​​Partiya Demokratîk a Civakî piştgirî da beyannameya Rêveberiya Xweser

Endamê Partiya Demokratîk a Civakî Nîdal Fendî diyar kir beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser nîştimanî ye û bang li tevahî aliyan kir ku piştgiriyê bidin beyannameyê û diyalogan pêk bînin.

​​​​​​​Partiya Demokratîk a Civakî piştgirî da beyannameya Rêveberiya Xweser
30 nîsan, 2023   03:17
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED SEMÎR

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18ʹê Nîsanê de beynnameya çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêşkêş kir. Beyanname ku ji 9 bendan pêk tê, teqeziyê li ser mafê wekhevî û hemwelatîbûnê yê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê dike. Her wiha banga avakirina sîstemeke siyasî, demokratîk, pirrengî ya nevnedî dike. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku bi armanca kêmkirin û sînordarkirina pirsgirêk û zehmetiyên li hember gelê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyên ku ji herêmên xwe koçber bûne yan jî koçberî derveyî welêt bûne û bidawîkirina zehmetiyên mirovî û li gorî derfetên xwe de amade ye wan hembêz bike. Rêveberiya Xweser di beyannameyê de teqezî li ser yekitiya xaka Sûriyeyê kir ku ne li dijî biryara Konseya Ewlehiyê ya NYʹyê ya 2254’an be.

ʹBEYANNAME NÎŞTIMANÎ YEʹ

Endamê polîtburoya Partiya Demokratîk a Civakî ya Sûriyeyê Nîdal Fendî diyar kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser  nîştimanî ye û got: "Ji ber ku teqeziyê li ser yekitiya xaka û gelê Sûriyeyê dike. Teqez dike ku xêr û bêra welat milkê tevahî sûriyayan e. Her wiha banga diyalogan û beşdarbûna hemûyan a nava diyalogan dike, ji ber vê yekê wekî Partiya Demokratîk a Civakî em piştgiriya vê beyannameyê dikin."

Fendî diyar kir ku têkildarî beyannameyê Rêveberiya Xweser rasterast peywendî bi wan re dananî û wiha domand: "Di rêya ragihandinê de me beyanname şopand û me piştgiriya xwe jê re ragihand. Li ser vê yekê endamên partiyê civîneke berfireh li Laziqiyê li dar xist û beyanname hat şîrovekirin."

ʹHIKUMETA SÛRIYEYÊ ALIYEKÎ SEREKE YÊ JI BO SERXISTINA VÊ BEYANNAMEYÊ YEʹ

Rêveberiya Xweser di beyannameyê de diyar kir ku ji bo çareserkirina aloziya li welat ew amade ye bi hikumeta Şamê û hemû aliyên sûriyayî re diyalogan bike.

Nîdal Fendî bang li hemû aliyên sûriyayî kir ku bi erênî nêzî beyannameyê bidin û got, hikumeta Şamê aliyekî sereke yê ji bo serxistina vê beyannameyê ye.

Endamê polîtburoya Partiya Demokratîk a Civakî Nîdal Fendî anî ziman ku ji hemû hêzên nîştimanî yên sûriyayî tê xwestin ku asta karesatê bibînin û ji bo bidawîkirina alozia li welat bi lez li ser masaya diyalogan rûnên.

(bb)

ANHA