Hikumeta Şamê bendên kontrolê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêde kirine

Hêzên hikumeta Şamê hejmara bendên kontrolê yên têketin û derktina ji taxên dorpêçêkirî yên Helebê zêdetir kirine.

Hikumeta Şamê bendên kontrolê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêde kirine
29 nîsan, 2023   23:38
HELEB- XIYAS ŞEMSEDÎN

Hikumeta Şamê rêbazên nû ji bo zexta li ser şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dimeşîne û bendên kontrolê yên li derdora her du taxan zêde kirine.

Li têketin û derketina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 4 bendên kontrolê (Eşrefiyê, Ewarid, Mexselet El Cizîrê û Benî Zeyd) hebûn, lê di rojên dawîn de 4 bendên din danîn. Bi vê yekê hejmara bendên kontrolê dibin 8.

Welatiyan der barê van zextan de nêrînên xwe nerazîbûn nîşan da. Welatiyan diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê yên li ser van bendan bertîlên zêde distînin, ev gav ambargoya li ser her du taxan dijwartir dike, rê nayê dayîn ku madeyên sereke yên wekî ard, sotemenî, derman derbas bibin.

Xwendekarekî zanîngehê ku ji ber ewlehiyê navê xwe eşkere nekir, diyar kir ku beriya 2 rojan ew di benda kontrolê ya Eşrefiyê re derbas bû û ji ber hebûna bendekê ku 5 metreyan tenê ji benda din dûr e, matmayî ma. Husam got çekdarên li bendên kontrolê ew kontrol kir û telefona wî jî vekir.

Heman xwendekarî got: "Hêzên li bendên kontrolê ne xwedî exlaq in û gotinên nebaş dikin. Heke tu li hemberî wan rabî dê tawanekê bi te ve girê bidin, an dê bêjin tu terorîst î, an jî dê îdia bikin ku belgeyên te sexte ne. Ev tawan dibin sedem ku tu bi mehan di girtîgehê de bimînî."

Kesekî din ku ji ber ewlehiyê navê xwe eşkere nekir, got kiryarên hikumeta Şamê êdî nayên tehemulkirin. Her wiha destnîşan kir ku endamên hikumeta Şamê rêbazên tirsandin û provakasyonan dimeşînin da ku welatiyan talan bikin.

Her wiha got endamên hikumeta Şamê berîkên wî kontrol kirin, pereyên wî hijmartin û gef lê xwarin heke zêdetir 150 hezar lîreyên Sûriyeyê an ku (19 dolar) pê re hebin dê sewqî şaxê ewlehiyê were kirin û dê were girtin.

Hin karmendên qada hiqûqî yên li gel hikumeta Şamê kar dikin, ji ajansa me re diyar kir ku di tu bendeke qanûnî de girtina welatiyan bi hinceta ku pere bi wan re hene, tune ye. Her wiha destnîşan kirin ku ji ber buhabûn û hilweşîna pereyên Sûriyeyê welatiyan neçar dimînin ku miqdarên mezin ên pereyan bi qasî bi sed hezaran bi xwe re hilgirin.

(bb)

ANHA