Panorama hefteyê: Aboriya Sûriyeyê hilweşiyaye

Aloziya aborî ya li Sûriyeyê, civîna çaralî ya li Moskovê,  şerê li Sûdanê, her wiha guhertin  û hevbendiyên li Rojhilata Navîn mijarên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

Panorama hefteyê: Aboriya Sûriyeyê hilweşiyaye
30 nîsan, 2023   04:34
NAVENDA NÛÇEYAN

REWŞA ABORÎ YA SÛRIYEYÊ Û CIVAÎNA ÇARALÎ

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Sûriyeyê de wiha nivîsî: “Ruxmî zêdebûna hewaleyên pereyan ên di Remezanê û cejna Remezanê de ji derve hatine jî, roja pêncşemê li sûka reş a herêmên serweriya rejîmê nirxê lîreyê Sûriyeyê careke din daket û li hember dolar bû 8 hezar.

Pisporên aboriyê berdewamkirina aloziya aboriyê û bêçaretiya hikumetê ya li hember kontrolkirina sûkê ruxmî hemû tedbîran, wekî sedema wê yekê nîşan da. Pispor dibêjin eger rewş bi vî rengî dewam bike, dibe ku di çend mehên pêş de lîreyê Sûriyeyê li hemberî dolar bigihêje 10 hezarî.”

Hewldanên nêzîkbûna di navbera Enqere û hikumeta Şamê de, her wiha civîna wezîrên parastinê yê hikumeta Şamê, Tirkiye, Îran û Rûsya ya li Mokova di hefteya borî de mijareke sereke ya rojnameyên erebî bûn.

Rojnameya El Îxbar a Lubnanê wiha nivîsî " Cûdahiyê encamnameyên hevdîtinên berê yên Sûriye-Tirkiye nemaze yên di aliyê ʹşerê li dijî terorêʹ û yekitiya xaka Sûriyeyê de, encamên nû ji civîna leşkerî û ewlehî ya çaralî derneketin. Lê di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de bi berfirehî mijara girêdayê rêya M4 (Heleb-Laziqiye) hat parvekirin. Hate gotin, mijara vekişandina hêzên Tirk ji xaka Sûriyeyê û pêkanîna peymana taybet a bi rêya M4 hatin nîqaşkirin.

Pirsgirêka vekişandina hêzên Tirk ji xaka Sûriyeyê xala bi nakok a di navbera Enqere û Şamê de ye. Tirkiye hebûna hêzên xwe bi ʹgefên terorîʹ ve girê dide û hewl dide vekişandina xwe bi gavên li ser erdê girê dide ku rê li ber hegemoniya Kurdan û pêkên nû yên koçberiyê bigire. Hikumeta Şamê wekî pirsgirêkeke navendî li vê mijarê dinêre û her çareseriyekê bi aliyê Tirk re bi vekişandina hêzên Tirk dibîne ku bêyî destûr derbasî Sûriyeyê bûye, an ku hebûna wê ne rewa ye."

Rojnameya El Ereb jî li ser heman mijarê wiha nivîsî ʹʹGavên normalîzekirina di navbera Enqere û Şamê de bi lez nayê gavêtin, nemaze ku dibe ku ev gav bibe dergehê nîqaşkirina mijara vikişandina Tirk ji xaka Sûriyeyê û jihevxistina tevgerên siyasî û leşkerî yên girêdayî Erdogan. Her wiha çavdêr destnîşan kir ku Erdogan destpêkê nîqaşkirina mijara vekişandinê qebûl nake, sedema vê yekê li gorî wî bêyî çareserkirina aloziya penaberan vekişandin ne pêkan e.ʹʹ

SÛDAN

Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn di rojeva rojnameyên erebî de cih girt.

Rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres hişyarî da ku bûyerên tundiyê yên domdar ên li Sûdanê derbasî herêmê bibin. Rayedarekî amerîkî behsa însiyatîfeke navneteweyî kir, ji bo destpêkirina navbeynkariyeke diyalogê di navbera her du aliyan de ku li Riyadê di çend hefteyên bê de li dar bikeve.

Guterres di nîqaşa Meclisa Ewlehiyê de ya der barê pirrengiyê de got rewşa Sûdanê her ku diçe xirab dibe. Guterres diyar kir ku divê tundî raweste û hişyarî da ku dibe rewşa li Sûdanê derbasî tevahiya herêmê bibe. Her wiha destnîşan kir ku divê her kes hewl bide Sûdanê ji xetereyê xilas bike û banga rawestandina agirbestê kir.

Sky News Erebiye ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî amerîkî, ragihand ku şandeyeke dîplomatîk ku ji nûnerên wezîratên karên derve yên Amerîka, Erebistana Siûdî, Îmarat û Misir û Yekitiya Afrîkayê û Yekitiya Ewropayê pêk tê, di nava peywendiyan de ne, da ku navbeynkariyeke diyalogê ragihînin, ji bo ku her du aliyên nakok ên Sûdanê li hev bicivînin û dê li Riyadê li dar bikeve.

Li gorî çavkanî, navbeynkar hewl didin fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burah û fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqo di nava çend hefteyan de li Riyadê bînin gel hev.

 ‘ÎRAN NÊZBÛNA BI SIÛDIYÊ RE JI BO LUBNANÊ ÎSTISMAR DIKE’

Rojnameya El Ereb behsa têkiliyên Îran-Siûdiyê kir û wiha nivîsî: “Aliyên siyasî yên Lubnanê destnîşan kir ku serdana wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan ji Beyrûtê re û axaftina wî li ser pêwîstiya tevgerkirina hêzên siyasî yên Lubnanê û çareserkirina pirsgirêka serokkomariyê di demeke nêz de, 2 peyamên zelal îfade dikin. Peyam ew e ku piştî nêzîkbûna bi Siûdiyê re ya ji bo mayîndekirina rola xwe di dosyayên herêmê de ku xuya ye Lubnan jî di nav de ye, êdî Lubnan bûye para Îranê.

Çavkaniyan da zanîn ku serdana Ebdullahiyan ku di nava çend hefteyan de ya duyemîn e, nîşan didin ku Îran hewl dide nêzîkbûna bi Siûdiyê re ji bo serweriya xwe li Lubnanê îstismar dike.”