Reyîsî û Reşîd civiyan

Serokkomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd serdana Tehranê kir û li gel Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reyîsî civiya. Piştî civînê her du aliyan ragihandin wan li ser mijarên siyasî, bazirganî, ewlehî û çandî axivîne. Her du aliyan diyar kir ku rewşa ewlehiya her du welatan bi heve girêdayî ye.

Reyîsî û Reşîd civiyan
29 nîsan, 2023   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Roj Newsê Serokkomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd îro bi serdaneke fermî gihişt Tehranê. Reşîd li gel Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reyîsî civiya. Piştî civînê her du serokkomaran civîneke çapemeniyê lidarxist.

Ajansê bi bîr xist ku destpêkê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reyîsî axivî. Reyîsî diyar kir peywendiyên di navbera Iraq û Îranê de peywendiyên stratejîk in û got: “Di civînê de li ser mijarên siyasî, bazirganî û çandî axivîn û hevdîtin bi awayek erênî derbas bû. Her du welat dixwazin peywendiyên xwe hîn xurtir bikin.”

Her wiha Reyîsî da zanîn ku welatê wî girîngiyeke mezin dide ewlehiya Iraqê. Reyîsî got, ewlehiya Iraq û Îranê bi heve girêdayî ne û giftûgoyên navbera welatên herêmî wê bibe sedema başkirina ewlehî û aramiyê.

Piştre Serokkomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd jî ragihand Iraq û Îran welatên cîran in û peywendiyeke dîrokî a wan ya hevbeş heye. Reşîd got, ew dikarin bi hevre rewşa ewlehiya herêmê baş û aram bikin.