Hefteya Wêjeyî li Kobanê dest pê kir

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kobanê 2`yemîn Hefteya Wêjeyî ya bi navnîşan  helbestvan Melayê Cizîrî dest pê kir..

Hefteya Wêjeyî li Kobanê dest pê kir
Hefteya Wêjeyî li Kobanê dest pê kir
Hefteya Wêjeyî li Kobanê dest pê kir
29 nîsan, 2023   18:12
KOBANÊ

Gelek rewşenbîr û wêjevanên herêmê tev li Hefteya Wêjeyî bû ku li Xwaringeha Zanîngeha Kobanê dest pê kir ku sala borî li Qamişlo li dar ket.

Her wiha berdeva Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê axivî û destnîşankirin ku lidarxistina mîna van çalakiyan li Kobanê xwedî wateyên sembolîk in ku di pêşxistina asta wêjeyî ya xelkê herêmê de rol dilîze.

/ar/uploads/files/2023/04/29/171837_mrhf.webp

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhef El Fehid axivî û got: “Îro em li pêşberî firsendeke dîrokî ne ku asta beşdarên Hefteya Wêjeyî nas bikin. Ji bow ê divê em sûdê ji hev bigirin ku çanda herêmên cuda bi hev bidin nasandin.

Piştî axaftinan, semînerek bi navnîşan “Nasname û felsefeya Melayê Cizîrî” ji aliyê Arşek Baravî ve bi rêve çû. Baravî balkişand ser rola mezin a ku Melayê Cizîrî di parastina nasnameya helbesta kurdî de lîstiye û çawa bingehên helbesta kurdî daniye, dema ku wêjeya kurdî bi tunekirinê re ji aliyê êrişkeran ve rû bi rû mabû.

Piştî semînerê, beşdaran rola helbestvan Melayê Cizîrî di wêjeya kurdî de nîqaş kir.

Dûre helbestvanan Bahoz Şakir, Mîrxan Bekir, Vîgan Hîmo û Celal Rûmî berhemên xwe bi zimanên kurdî û erebî pêşandan.

Di Hefteya Wêjeyî de helbest, roman û rexne cih digirin. Di roja duyemîn de der barê nasnameya kurdî de di berhemên Melayê Cizîrî de dê paneleke diyalogî bê lidarxistin. Her wiha çîrok bi zimanên kurdî û erebî werin pêşandan. Di roja sêyemîn de jî, têkildarî roman û modernîteyê de semînerek bê dayîn, helbestên bi kurdî û erebî bên pêşandan. Di roja çaremîn de jî girêdayî pêşketina romanê di çend salên dawîn de dê panelek bê lidarxistin, çîrokên bi zimanên erebî û kurdî werin pêşandan. Di roja pêncemîn de jî, wê panelek li ser asta rexneyê û bandora wê li ser wêjeyê bê lidarxistin û çîrokên bi zimanên erebî û kurdî bên pêşandan. Di roja şeşemîn de der barê rola rexneyê de di pêşxistina wêjeyê de bêlidarxistin û dê çîrokên bi zimanên kurdî û erebî bên xwendin.

Tê bibîrxistin ku helbestvan Melayê Cizîrî, helbestvanek kilasîk e û bi helbestên xwe yên wijdanî tijî hest navdar e. hemû berhemên wî di dîwanekê de hatin berhevkirin ku sed û 21 helbest in û di piraniya helbestên wî de evîna xwedayî serdest e.

(dm/şx)

ANHA