Zextên desthilata Îranê berdewam in

Hêzên dewleta Îranê beriya 1’ê Gulanê gelek mamosta û çalakvanên mafên karkeran girtin. Hat ragihandin ku di dema destgîrkirinê de yek ji mamostayên jin krîza dil derbas kiriye û ew rakirine nexweşxaneyê.

Zextên desthilata Îranê berdewam in
29 nîsan, 2023   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

NÛJINHA ragihand ku hêzên ewlehiyê yên hikumeta Îranê bi ser mala berdevkê Sendîkaya Mamostayan a Tehranê Mihemed Habîbî de girt û tevî Hebîbî gelek mamosta û çalakvanên mafên karkeran girtin.

Hevjîna Mihemed Habîbî Xadihej Pak Zamîr jî yek ji girtiyan e. Hat ragihandin ku di dema destgîrkirinê de yek ji mamostayên jin krîza dil derbas kiriye û rakirine nexweşxaneyê.

Kesên girtî birin girtîgeha Evînê. Reyhaneh Ansarinejad, Asal Mihemedî, Hirad Pîrbadaxî, Anîşa Asadolahî, Sarwenaz Ehmedî, Kamyar Fekoor, Hassan Îbrahîmî, Jaleh Rouhzad û Aldouz Haşemî di nava çalakvanên girtî yên sewqî girtîgeha Evînê hatine kirin de ne.

Mihemed Habîbî çalakvanekî sereke yê Tevgera Mamostayên Îranê ye û di nava meha borî de çend caran hat destgîrkirin.