Sûcên çeteyan li Efrîna dagirkirî berdewam in

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker baçên din li malûmilkên koçberên Efrînê ferz kirin.

Sûcên çeteyan li Efrîna dagirkirî berdewam in
29 nîsan, 2023   13:10
ŞEHBA

Çavkaniyan ji hundirê bajarê Efrînê yê dagirkirî eşkere kir ku çeteyên Sultan Murad ên dewleta Tirk a dagirker bi nivîsgeha aboriyê ya li gundê Dêraswanê yê navçeya Şera civiya ye û baçîn din li mal û milkên koçberên Efrînê yên li Şehba û Helebê ne, ferz kirin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku di civînê de biryarên din der barê mal û milkên koçberên Efrînê de hatin girtin ku ji aliyê xizmên wan ve tên îdarekirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ihtîmal heye baçên giran bê ferzkirin yan jî mal û milkên koçberan werin desteserkirin.

(şx)

ANHA