Dorpêça li ser Şehbayê rojeva çalakvanên medyayê ye

Çalakvanên medyaya dijîtal li hember dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê bertek nîşan da û bal kişand ser berxwedana efrîniyan a li hember dorpêçê û êrişan.

Dorpêça li ser Şehbayê rojeva çalakvanên medyayê ye
Dorpêça li ser Şehbayê rojeva çalakvanên medyayê ye
Dorpêça li ser Şehbayê rojeva çalakvanên medyayê ye
Dorpêça li ser Şehbayê rojeva çalakvanên medyayê ye
Dorpêça li ser Şehbayê rojeva çalakvanên medyayê ye
Dorpêça li ser Şehbayê rojeva çalakvanên medyayê ye
Dorpêça li ser Şehbayê rojeva çalakvanên medyayê ye
Dorpêça li ser Şehbayê rojeva çalakvanên medyayê ye
Dorpêça li ser Şehbayê rojeva çalakvanên medyayê ye
29 nîsan, 2023   11:11
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Şamê dorpêça li ser kantona Şehbayê giran kiriye. Di 27`ê Nîsanê de mazota mayî jî xilas bû û niha kehrebe bi temamî li ser xelkê herêmê qut e.

Çalakvanên malperên medyaya dijîtal têkidarî mijarê nerazîbûn nîşan da û wêne û dîmenên ji Şehbayê yên ku rewşa trajîk radixin pêş çavan, parve kirin.

Nûrşan Hisên ku sala 2021`an nûnera Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê bû, li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsî: “Li vir, li Şehbayê, pênasekirina rewşa efrîniyên li kampên koçberiyê dimînin wekî trajîk dê kêm be. Li vir tarîtî serwer e, madeyên bingehîn ji bo berdewamkirina jiyanê peyda nabin. Ev yek ji ber dorpêça giran a hêzên şovenîst e.”

Cemîl Aşkan jî nivîsî: “Ji ber dorpêça giran a hikumeta Şamê li ser herêma Şehbayê ku bi sed hezaran xelkê Efrînê yê koçber lê dimînin, eleketrîk bi temamî qut e.” Aşkan bi nivîsê re wêneyek ji kampeke koçberên Efrînê ku malbatek di tarîtiyê de rûniştiye parve kir.

Cûdî Îsmaîl jî li ser hesabê xwe yê Facebookê wêneyek parve kir, tê de ku kes li ber fanosê rûniştine, diyar dibe û nivîsî: “Binêrin! Dorpêça giran a hikumeta Şamê Şehbayê di nava tariyê de dihêle.”

Egîd Roj jî dîmenek ji kampeke koçberan parve kir û got: “Ev der Şehba ye, cihê ku efrînî lê bi rûmet dijîn.”

Ekrem Berekat jî twittek parve kir û got: “Efrînî li ber roniya fanos û mûman berxwedana xwe didomînin. Dorpêça hikumeta Şamê berdewama êrişên dewleta Tirk a dagirker a ji bo şikandina îradeya efrîniyan e.”

(c)

ANHA