​​​​​​​Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir

Polîsên Tirk êrişî Dayikên Şemiyê kir ku xwest li Qada Galatasarayê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin û 10 kes destgîr kirin.

​​​​​​​Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
29 nîsan, 2023   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 944’an de jî berdewam kir. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo qedexeya li ser Qada Galatasarê biryara “binpêkirinê” dabû. Dayikên Şemiyê û parastvanên mafên mirovan jî xwestin daxuyaniya xwe li Qada Galatasarayê bidin lê dîsa hatin astengkirin û bi êrişa polîsan re rû bi rû man.

Polîsan nehiştin dayik û kesên pê re nêzî Qada Galatasarayê bibin û dorpêç kirin. Gelek polîs li qadê hatibûn bicihkirin û êrişî çalakvanan hate kirin. Di encama êrişê de Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî û rêveberên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî di nav de bi giştî 10 kes hatin binçavkirin.