Li Sûdanê 411 sivîl hatine kuştin

Li gorî daneyên dawîn ên Sendîkaya Bijîşkan a Sûdanê ji 15ʹê Nîsanê ve  411 sivîl hatine kuştin û 2 hezar û 23 jî birîndar bûne.

Li Sûdanê 411 sivîl hatine kuştin
29 nîsan, 2023   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî dirêjkirina dema agirbestê, şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de dewam dike.

Sendîkaya Bijîşkan a Sûdanê ragihand ku ji 15ʹê Nîsanê ve niha di encama şer de 411 sivîl hatine kuştin û 2 hezar û 23 kes jî birîndar bûne.

Ji ber şer bi deh hezaran kes jî koçber bûn. Her wiha hejmareke hikumetên biyanî dîplomat û welatiyên xwe yên ji Sûdanê derxistin.

(bb)