​​​​​​​Washington: Pîlotên Rûs li Sûriyeyê li hember me provokasyonan dikin

Washingtonê li hember provoksayonên Rûsyayê yên li dijî hêzên wan ên li Sûriyeyê nerihetiya xwe anî ziman û diyar kir ku pîlotên Rûs hewl didin balafirên wan bikişînin nava şer.

​​​​​​​Washington: Pîlotên Rûs li Sûriyeyê li hember me provokasyonan dikin
29 nîsan, 2023   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî amerîkî ji tora CNN`ê re got: “Pîlotên Rûs li Sûriyeyê li hember balafirên me yên şer provokasyonan dikin, lê diyar e ku naxwazin wan bînin xwarê. Xuya ye ku Rûs dixwazin me bikişînin nava şerekî û bi wê yekê geşedaneke navneteweyî rû bide.”

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) demek berê diyar kiribû ku pîlotên Rûs hewl didin li qada hewayî ya Sûriyeyê bi balafirên Amerîkayê re nava bikevin nava “şerekî dijwar”.

Berdevkê CENTCOM`ê Joe Puccino jî destnîşan kir ku ew provokasyon parçeyekî şêweyekî nû yê dijminatiyê e û got ev hewldan di demên dawîn de dubare dibin.

(c)