Li Lozanê pêşangeha '2+2=KRDSTN'

Pêşangeha '2+2=KRDSTN' ya li bajarê Lozan ê Swîsreyê, berhemên hunermendên Kurd û yên ewropî tê de têne pêşandan û bandora Peymana Lozanê û dîroka berxwedana gelê Kurd derdixe pêş.

Li Lozanê pêşangeha '2+2=KRDSTN'
29 nîsan, 2023   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferans, panel, çalakiyên hunerî û çandî yên ku di Mijdara sala borî de ji aliyê 'Komîteya Bîranîna Salvegera 100’emîn a Lozanê' (Lozan 2023) ve hatibûn destpêkirin, dewam dikin.

Di çarçoveya van çalakiyan de vekirina pêşangeha '2+2=KRDSTN' ku tê de berhemên hunermendên ji 4 parçeyên Kurdistanê û Ewropayê yên di warên cuda (vîdeo, performans, wêne, sazkirin, resim) de li bajarê Lozan ê Swîsreyê hate lidarxistin.

Di vekirina pêşangeha ku li salona Forum d'Hotel de ville ya Lozanê hat pêşandan, tevî hunermendan, gelek siyasetmedar jî di nav de gelek welatiyên swîsreyî û kurdistanî amade bûn.

Endamê Meclisa Şaredariya Lozanê Davit Payot di vekirinê de axivî û got Peymana Lozanê ji bo gelek gelên herêmê tê wateya qirkirin û qetlîamê û wiha pê de çû: "Hem di çarçoveya vê pêşangehê de û hem jî di çarçoveya çalakiyên di çarçoveya Peymana Lozanê de, em balê dikişînin ser wêrankirinên dîrokî yên bi vê peymanê hatine afirandin."

Endama Meclisa Şaredariya Lozanê Sevgî Koyuncu jî bal kişand ser girîngiya lidarxistina pêşangeheke bi vî rengî û got: “Girîng e ku gelê Lozanê Peymana Lozanê bizanibe. Vê peymanê bi mîlyonan mirov ji derfetên jiyana azad a li ser xaka bav û kalên xwe bê par hişt. Encamên herî giran ên vê peymanê li ser gelê Kurd bû ku ez jî parçeyekî wê me. Ev peyman di nava 100 salan de bûye sedema mirina bi sed hezaran mirov û dagirkirina axên wan.”

‘KURD ÊDÎ BÊSTATUBÛNÊ QEBÛL NAKIN’

Her wiha hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û got: “Eger li ser Kurdan qirkirinên siyasî, çandî û nasnameyî berdewam bikin, ev yek encama Peymana Lozanê ye. Em gelê Kurd ev sed sal e vê peymanê qebûl nakin. Gelê Kurd êdî bûye îrade û êdî dîlgirtin û bêstatubûnê qebûl nake. Weke hemû gelan em jî dixwazin bi nasname û çanda xwe azad bijîn. Kurdistan êdî ne çar parçe ye, Kurd êdî bûne yek."

Pêşangeha ku li salona Forum d'hotel de ville ya Lozanê hat vekirin dê heta 19’ê Gulanê vekirî be. Di pêşangehê de ku ji aliyê Bariş Seyitvan û Serdar Mutlu ve tê birêvebirin, dê berhemên van hunermendan bên pêşkêşkirin: Osman Ehmed, Havîn El-Sindî, Havar Emînî, Vooria Aria, Khadija Baker, Savaş Boyraz, Wirya Budaghî, Tîmûr Çelîk, Salah Îbrahîmî, Serhat Ertuna, Jacopo Gallico, Fatoş Irwen, Eren Karakuş, Serpîl Odabaşi, Welîd Sîtî, Hito Steyerl, Leyla Toprak.