​​​​​​​Rojnameyên erebî: Erdogan bi ser bikeve jî têkçûyî ye

Hilbijartinên li Tirkiyeyê, rewşa Sûdanê û ya Lîbyayê mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Erdogan bi ser bikeve jî têkçûyî ye
29 nîsan, 2023   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

ʹERDOGAN BI SER BIKEVE JÎ TÊKÇÛYÎ YEʹ

Têkildarî hilbijartinên Tirkiyeyê, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Bi nêzîkbûna dema hilbijartinên serokatî û yên parlamentoyê yên Tirkiyeyê re ku dê 14ʹê Gulanê bên lidarxistin, serokkomar Recep Tayyîp Erdogan şerekî zehmet ji bo mayîna xwe ya li ser desthilatê dike.

Li gorî ankêtan giraniya Erdogan kêm bûye. Şîrovekarê Tirk Prof. Omer Taşpinar di gotarekî de ku ji malpera SyndicationBuro a têkildarî kar û barên Rojhilata Navîn re, nivîsî kêmbûna giraniya Erdogan di nava gel de dispêre 3 sedemên sereke. Sedema yekemîn; sozên Erdogan ên pêşxistina aboriyê, nema bi kêr tên.

Di piraniya 10 salên borî de vê nêzîkatiyê xizmeta Erdogan kir ku li ser desthilatê bimîne. Lê ev rêbaz îro hilweşiyaye û ne pêkan e were sererastkirin. Siyaseta wî ya darayî bû sedema bilindbûna enflasyonê. Di encamê de di 2 salên dawîn de buha bilind bûn û xizanî zêde bû.

Ya duyemîn; dibe ku ya herî girîng be, ew e ku muxalefeta ku berê lawaz û parçeyî bû, niha li dijî  Erdogan bûye yek.

Ya dawîn; faktoreke sêyemîn li dijî Erdogan heye. Ev faktor erdheja mezin bû ku 6ʹê Sibatê li Tirkiyeyê rû da û di encamê de zêdetirî 50 hezar kes mirin. Ev felaket bi awayekî zelal asta hilweşîna saziyên di destê Erdogan de û gendeliya di rêveberiyê de eşkere dike.

Omer Taşpinar dibêje ger em li pîvana xetereyan binêrin, tevahiya welat di rewşeke tengav a mezin de ye û beşeke mezin a xelkê ji guhertinê re amade ye. Mîna ku gelek çavdêrên li rojava yên ku baweriya wan bi pêşdeçûna demokratîk a Tirkiyeyê nemaye jî, li Tirkiyeyê jî gelek kes zehmet dibînin ku Erdogan piştî ku di hilbijartinan de têk biçe, dê bi bêdengî ji holê rabe. Ev yek me ber bi dozeke pir girîng ve dikişîne ku bi piranî baş nayê fêmkirin. Taybetmendiya herî mezin a Erdogan ev hest e ku ji aliyê siyasî ve nayê têkbirin.

Heke gelê Tirk ji aliyê Erdogan ve neyê tirsandin, ev hilbijartin dê girîng bin. Heke Erdogan bi ser bikeve, divê gelê Tirk û muxalefet şiyar bimînin û teqez bikin ku bi encamên hilbijartinan neyên lîstin. Divê gel û muxalefet li şûna ku hêvî û baweriya bi hilbijartinan winda bikin, ji şerê bê re amade bin û di wê baweriyê de be ku dê demokrasî ji Erdogan bêtir bidome. Eger Erdogan serketineke mezin ji bo demeke kurt bi dest bixe jî dê bin bikeve."

‘ALÎGIRÊN EL BEŞÎR DIXWAZIN ŞERÊ HEYÎ ÇARENÛSA WAN DIYAR BIKEʹ

Girêdayî Sudanê jî rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: "Alîgirên rejîma serokê berê Omer El Beşîr ên misilman soza belavbûna tevliheviyê li welat dan da ku rê li pêşiya peyamên ji bo avakirina hikumeta sivîl bigirin. Ji ber ku avakirina hikumeteke sivîl dê hebûna wan di qadên dewletê de ya ku 30 salan bi rê ve dibir, bi dawî bike û rêya vegera li ser desthilatê li pêşiya wan bigire.”

Di beşeke din a nivîsê de hate gotin: "Hemû analîz û rewşa li ser erdê nîşan didin ku koma Îxwan El Muslimîn û alîgirên El Beşîr şerê vê dawiyê wekî şerê xwe dibînin. Ji ber vê yekê şer senaryoya yekane ji bo hebûna xwe dibînin û li hemberî bertekên gel a li dijî vegera wan a li ser desthilatê tu vebijêrk li pêşiya wan tune ne.”

‘LÎBYA: ASTENGIYÊN QANÛNÎ Û MEYDANÎ GEFAN LI HILBIJARTINAN DIXWIN’

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El Beyan wiha nivîsî: “Li gorî plana nûnerên NYʹyê Abdullah Batîlî, divê hilbijartinên Lîbyayê beriya dawiya îsal pêk werin, lê derfetên pêkanînê kêm dibin. Sedema vê kêmbûnê ew e ku di aliyên cuda de astengî hene. Ji wan astengiyên qanûnî, astengiyên girêdayî rewşa li ser erdê, bandorên milîs û çeteyan û hin astengiyên din.

Li gorî plana serokê şandeya NYʹyê ya ji bo Lîbyayê Ebdullah Batîlî, divê komên lîbyayî heta dawiya Hezîrana bê li ser rêgeza destûrî ya ji bo pêkanîna hilbijartinan li hev bikin.

Lê dibe ku nîşaneyên heyî, hêviyên pêkanîna hilbijartinan beriya dawiya salê têk bibin."

(bb)