Serokkomarê Îranê çarşemê tê Sûriyeyê

Rojnameya El Exbar a Lubnanê ku nêzî Îranê ye, eşkere kir ku serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dê çarşema bê tevî hejmareke wezîran serdana Sûriyeyê bike. Tê payîn ku serdan du rojan dewam bike.

Serokkomarê Îranê çarşemê tê Sûriyeyê
28 nîsan, 2023   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyê li gorî hin çavkaniyên agahdar diyar kir ku dê serdan ji aliyê encaman de “ne ji rêzê be” û tê de dê “destpêkirina pêkanîna biryarên girêdayî jinûve avakirinê û destpêkirina gelek projeyên aboriyê” bê ragihandin.

Heman çavkaniyan anî ziman ku dê serdan ne klasîk be û wê gelek dever bên ziyaretkirin.

Serdana herî dawîn a serokkomarê Îranê yê wê demê Mehmûd Ehmedî Necad a ji bo Sûriyeyê di Îlona 2010`an de bû, ji lew re ev serdan dê piştî 13 salan a yekemîn be.

Hêjayî gotinê ye ku serdan hemwextî nêzîkbûna Îran-Siûdiyê tê kirin.

(c)