Li Îranê jinên kedkar û aktivîst 1’ê Gulanê pîroz kir

Li Tehran û Karajê jinên kedkar û aktivist 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê pîroz kir.

Li Îranê jinên kedkar û aktivîst 1’ê Gulanê pîroz kir
28 nîsan, 2023   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Komek ji jinên kedkar û aktîvîst bi boneya nêzîkbûna 1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê li bajarên Tehran û Karajê li hev kom bûn, piştgiriya xwe ya bi tevgera “Jin, jiyan, azadî” re ragihandin. Jinan li vir cudakarî, xizanî, darvekirin, îşkence û îstîsmara pergala ekolojiyê ya ji aliyê pergala kapîtalîst vet ê kirin, şermezar kirin.

Jinên ku dirûşmên “1’ê Gulanê li dijî cudakarî û newekheviyê yekitiya jinan û hemû kedkaran e”, “1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê pîrozkirin” û “Em ê xizanî, gendelî û buhabûnê bi dawî bikin” berz kirin, daxwazên xwe anîn ziman. Jinên ku bal kişandin ser bûyerên jehrîkirinê yên li dibistanên ku zarokên keç lê perwerde dibin, diyar kirin ku ew ê ji mal heta kargehan, ji dibistanan heta kolanan li dijî zilma li jinan tên kirin bisekinin.