​​​​​​​Li Kobanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê

​​​​​​​Şêniyên kantona Kobanê bi dirûşma “Ji bo jiyaneke azad û birûmet û Sûriyeyeke demokratîk em Roja Kedkaran a Cîhanê pîroz dikin” 1’ê Gulanê pîroz kir.

​​​​​​​Li Kobanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê
​​​​​​​Li Kobanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê
​​​​​​​Li Kobanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê
​​​​​​​Li Kobanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê
​​​​​​​Li Kobanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê
​​​​​​​Li Kobanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê
28 nîsan, 2023   11:59
 KOBANÊ

Pîrozbahî ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a herêma Firatê ve li daristana li bajêr hat lidarxistin û bi dehan şêniyên bajêr, xebatkar, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên li kantonê beşdar bûn.

Li cihê pîrozbahiyê pankertên “Nirxê civakê bi keda mezin e” û “Bijî 1`ê Gulanê” hatin daliqandin.

Hevseroka TEV-DEM’ê ya herêma Firatê Hedle Hesen di pîrozbahiyê de axivî û got: “Kedkar xwediyên rasteqîn ên welatan in, ji ber ku kedê didin û rastî zilmê jî tên, lê teslîm nabin.”

Hedle destnîşan kir ku nirxê 1’ê Gulanê mezin e, lê belê pergalên zordest nahêlin kedkar bi aştî bijîn û wiha dom kir: “Kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kedkaran mînaka wê yekê ne.”

Piştî axaftinan, komên stranan derketin ser dikê û beşdaran govend gerand.

Di dawiya pîrozbahiyê de 15 saziyên kedkaran ên li herêma Firatê ji aliyê TEV-DEM`ê ve hatin xelatkirin.

(c)

ANHA