​​​​​​​Li Amedê 28 kes hatin girtin

Li Amed û 20 bajarên din ên Bakur û Tirkiyeyê polîsên dewleta Tirk operasyonên qirkirina siyasî kiribûn û nêzî 200 kes destgîr kiribûn. Dadgeriya Tirk têkildarî 28 kesan biryara girtinê da.

​​​​​​​Li Amedê 28 kes hatin girtin
28 nîsan, 2023   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 25’ê Nîsanê de li Amed û gelek bajaran operasyonên qirkirina siyasî hatin lidarxistin û 128 kes hatibûn destgîrkirin. Ji nava van kesan heta niha 28 kes hatine girtin, 31 kes jî hatine berdan.

Hat ragihandin ku operasyon li ser îfadeyên kesê bi navê Umît Akbiyik dest pê kiriye.

4 ROJNAMEVAN 3 PARÊZER JÎ GIRTÎ NE

Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, Nûçegihana JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer û rojnamevan Mehmet Şah Oruç û Remzî Akkaya yên ku di 27'ê Nîsanê roja Pêncşemê sewqî Hakîmtiya Ceza ya Sulhê hatin kirin, bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.  Di heman rojê de bi şev hejmara kesên hatine girtin bû 28.

Kesên ku bi heman hincetê hatin girtin jî ev in: Devrîm Ronî Atik, Kadîr Şencî, Berfîn Can, Muhsîn Acar, Osman Demîr, Rumet Çetîn, Mehdî Kaya, Cotkar Amara Yurek, Hamza Cîhangîr, Hesret Yelboga, Suat Arda Işik, Şahîn Bîçîmlî , Hakim Kaya, Mikail Barut, Tacettin Araz, Nurullah Ozgun, Abdulbarî Marlay, Ferît Aktepe, Şervan Dogan, Cesur Yilmaz û Suleyman Ulucan.

Parêzer Serhat Hezer, Burhan Arta û Ozum Vurgun jî bi îddiaya "endamên rêxistinê ne" ji aliyê Hakîmtiya Ceza ya Sulhê hatin girtin.

KESÊN BI KONTROLA EDLÎ Û QEDEXEYA DERKETINA DERVEYÎ WELAT HATIN BERDAN

Parêzer Eylûl Ozgultekîn, Gurbet Ozbey Oner û Jiyan Sametoglû bi biryara kontrola edlî hatin berdan. Parêzer Mustafa Şencî, Bunyamîn Şeker, Berdan Acun û Halise Dakalı, Kenan Aygay û Firat Taşkin bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û kontrola tevdîra edlî hatin berdan.

Di heman demê de ev kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan: Hunermend Elvan Koçer, Şahperî Alphan Bayhan, xwediyê îmtîyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen.

Ev kes jî bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û tevdîra kontrola tevdîra edlî hatin berdan: Ramazan Kaval, Talip Turan, Rêveberê Komeleya 78'an Abdulganî Alkan, Avaşîn Yanar, Tarik Aydemir, Mûslûm Şahînsoy, Suleyman Avcî, Havva Gençoglu, Mehmet Menge, Zeynep Demîr, Seyît Ozbaş, Sadrettîn Înal û kesê bi navê Çekdar ê ku paşnavê wî nehate tespîtkirin, hunermendên şanoyê Ozcan Ateş, Yavuz Akkuzu, Devrîm Demîr, Hamdusena Ozbey, Mehmet Yalçin, Husamettin Kiliç.

Tê payîn kesên di nezaretê de sewqî edliyeyê werin kirin.