​​​​​​​Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serlêdaneke nû kir.

​​​​​​​Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
28 nîsan, 2023   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan birayê Rêber Abdullah Ocalan tevî wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Bi heman rengî Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş ên li girtîgeha Îmraliyê têne girtin, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Ji 21'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.