Koma ‘Siwar Şerqiye’ gef li hikumeta Şamê xwar

Koma bi navê ‘Siwar Şerqiyê’ gef li hikumeta Şamê xwar ku heke êrişî herêma Horanê bike û “lihevhatinên” nû bi şêniyên herêmê re pêk bîne, “ew ê Derayê bikin dojeh”.

Koma ‘Siwar Şerqiye’ gef li hikumeta Şamê xwar
28 nîsan, 2023   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma bi navê “Siwar Şerqiyê” bi daxuyaniyekê gef li hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê xwar ku “heke êrişî herêmeke Horanê bike “dê Derayê bikin dojeh”.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Heke hûn şaşiyekê bikin û êrişî devereke herêma Horanê bikin, em ê Derayê bikin dojeh ku dê hemû endam, alîgir û noqteyên we tê de bişewitin. Baş bizanin ku em ê li hember zirardayîna lehengên gelê Horanê bê deng nemînin. Heke şer dest pê kir, dê tenê li Horanê nemîne. Ew ê tenê destpêk be.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku endamên saziya ewlehiya siyasî ya hikumeta Şamê ji muxtarên bajarê Senemênê xwest ku xelkê bajêr bi “pêkanîna lihevhatinên nû” agahdar bikin. Her wiha gefa destgîrkirina kesên li djiî “lihevhatinan” derkeve, xwarin.

Hêjayî gotinê ye ku hemwextî girtina rêyên ku diçin navenda bajêr, li bajarê Tefes ê rojavayê Derayê hêzeke leşkerî ya mezin a hikumeta Şamê hatiye bicihkirin.

(c)