`Her helwestek, me ji azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve nêzîk dike`

 Beşên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku her destkeftiyeke ku bi têkoşînê hatiye bidestxistin, wan gavekê ji azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nêzîk dike.

`Her helwestek, me ji azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve nêzîk dike`
27 nîsan, 2023   23:27
HESEKÊ

Tecrîda ku li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferizkirin bi hemû şêwazan didome û dewleta Tirk ji 25 salan ve qanûnên navneteweyî pê dike û sûcan li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne.

Ji zêdetirî 2 salan ve tu agahî têkikdarî  Rêber Abdullah Ocalan nayên bidestxistin, ji ber ku dewleta Tirk destûr nade ku parêzer û malbata wî pê re hevdîtinê çêkin. Li hember van kiryaran, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên xwe nîşan didin.

/kr/uploads/files/2023/04/27/200156_-.webp

Têkildarî wê, endamê Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Şedadê, Basim Ebdulezîz diyar kir ku tecrîd û sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Ebdulezîz wiha domand: “Tişta ku Rêber Abdullah Ocalan bi rêya felsefeya xwe kiriye ku sînoran derbas dike, tecrubeya wî ya têkoşer û fikrê wî yê azad, li seranserî Rojhilata Navîn bûye mînak. Ji ber wê desthilatê dijberî tevgerên rizgariyê ew dîl girtin da ku fikrê wî yê rizgariyê tune bikin û nehêlin ew fikr derbasî nifşên din bibe.”

Ebdulezîz da zanîn ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, nirxên mirovî û pîvanên navneteweyî binpê dikin.

`HER HELWESTEK ME JI AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN NÊZÎK DIKE`

/kr/uploads/files/2023/04/27/200209_-.webp

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Elaa El Selom bêdengiya navnetweyî li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Hêzên navneteweyî bi taybet CPT'ê hevkarê vê sûcê ne ku serdana Îmraliyê kir. Lê der barê serdana xwe de tu rapor bi raya giştî re parve nekir. Divê ev sazî û aliyên têkildarî destwerdanê bikin.”

El Selom da zanîn ku her helwestek û destkeftiyek kuwan di têkoşîna xwe de bi dest xistiye, wan gavekê ji azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve nêzîk dike. 

El Selom di dawiyê de got: “Em dê rêya xwe bidomînin heta ku faşîzmê têk bibin û jiyaneke azad ava bikin.”

(dm/şx)

ANHA