​​​​​​​Siyasetmedar û rûspî: Hlbijartinên Tirkiyeyê derfeteke ji bo bidawîkirina desthilata AKP`ê

Siyastmedar û rûspiyên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku hilbijartinên Tirkiyeyê, ji bo bidawîkirina desthilata AKP`ê derfetek e ku siyasetên şer û qirkirinê li dijî welatiyan û dewletên cîran dimeşîne. Her wiha destnîşan kirin ku Partiya Çepên Kesk nûnerê herî guncew ê hêviyên gelê Tirk.

​​​​​​​Siyasetmedar û rûspî: Hlbijartinên Tirkiyeyê derfeteke ji bo bidawîkirina desthilata AKP`ê
28 nîsan, 2023   01:21
QAMIŞLO- RÊNAS REMO

Di 14'ê Gulana bê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên parlamento û serokkomariyê li dê werin lidarxistin. Şêniyên herêmê hêvî dikin ku ev hilbijertin bibin dawiya serdema xwîndar a desthilata AKP`ê ku şer û wêran belav kir.

Têkildarî wê, siyasetmedar û rûspiyên eşîrên kantona Qamişlo bang li şêniyên Bakurê Kurdistanê kir ku beşdarî sendîqeyên dengdayînê bibin, da ku rê li ber siyasetên qirkirinê bigirin ku AKP`ê dimeşîne.

/kr/uploads/files/2023/04/27/201846_-.webp

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, Govan Kenho behsa siyasetên qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dimeşîne, kir û got: “Erdogan siyaseta Osmaniyan a dagirkirinê didomîne û îro gelek deverên Rojava weke Efrîn û Serêkaniyê dagir kir. Hilbijartinên bê dê bibe derfetek ku hikumetê têk bibin.”

Kenho bang li welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku baweriya wan pê heye ku ew dê beşdarî sendiqeyên dengsayînê bibin û bi ser kevin.

/kr/uploads/files/2023/04/27/201805_-.webp

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen a Demokratîk Ibrahîm El Selac diyar kir ku hikumeta AKP`ê ji dem ku Tirkiyê kontrol kiriye û siyasetên desthilatdar û dîktator dimeşîne û şer belav dike.

El Selac bang li civaka Tirkiyeyê kir ku bibin yek û derfetê bi dest bixin ji bo ku hikumeta dîktator a Tirkiyeyê têk bibin û hikumeteke demokratîk ava bikin. Her wiha anî ziman ku Partiya Çepên Kesk partiya her guncaw a hêviyên gelê Tirk.

/kr/uploads/files/2023/04/27/201820_-.webp

Şêxê eşîra El Sade Hiyaliyîn a Hesekê Elaudîn Bin Şêx Ehmed Bin Şêx Ebas balkişand ser metirsiyên biserketina AKP`ê di hilbijartinan de kir û got: “Ji bo civaka Tirkiyeyê û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, biserketina Erdogan, karesatek e. Ji ber ku dê êrişên xwe yên li dijî dewletên cîran zêde bike û dê herêmên din dagir bike. Bi vî awayî siyasetên şer didomîne.”

Bin Şêx Ebas anî ziman ku girîng e gelê Tirk di van hilbijartinan de bibe yek û xwedî li hikumeteke demokratîk derkeve ku têkiliyên demokratîk bi dewletên cîran re ava bike.

/kr/uploads/files/2023/04/27/201915_-.webp

Rûspiyê eşîra Kaska Mihemed Seîd Hesen Nayif bang li tevahî pêkhateyên civaka Tirk kir ku li hember siyasetên hikumeta AKP`ê bisekinin.

Nayif bang li şêniyan kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û anî ziman ku ew nûnerê herî guncaw ê demokrasiyê ye û dikare guhartinên girîng di siyaseta Tirkiyeyê de çêbike û şer bi dawî bike.

(dm/şx)

ANHA