ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-4-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-4-2023
27 nîsan, 2023   23:00

Beşên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku her destkeftiyeke ku bi têkoşînê hatiye bidestxistin, wan gavekê ji azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nêzîk dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Parêzer û çalakvanê siyasî yê ji Siweydayê Adil El Hadî got beyannameya Rêveberiya Xweser mijarên gelek girîng di nav xwe de hewand ku dikarin li ser bixebitin û dem guncew e ji bo destpêkirina mîna van beyannameyan. Nexasim ku azarên sûriyeyiyan zêdetir dibin. Her wiha El Hadî destnîşan kir ku pêkanîna her cureyeke rêveberiya nenavendî ya berfireh mîna Rêveberiya Xweser çareseriya herî guncew a bidawîkirina aloziya li welêt e. (BI WÊNE)

Piştî 9 mehan ji dorpêça hikumeta Şamê ya li ser şêniyên kantona Şehbayê û koçberên Efrînê, êdî cilşoyên otomatîk ji bîr bûne, gaz bi kilo tê kirîn, temaşekirina telefizyonê û şopandina geşedanên li herêmê jî bûye hesrat. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyastmedar û rûspiyên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku hilbijartinên Tirkiyeyê, ji bo bidawîkirina desthilata AKP`ê derfetek e ku siyasetên şer û qirkirinê li dijî welatiyan û dewletên cîran dimeşîne. Her wiha destnîşan kirin ku Partiya Çepên Kesk nûnerê herî guncew ê hêviyên gelê Tirk. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Heyva Sor a Kurd hindek maye amadekariyên vekirina nexweşxaneya telasîmya û kanserê ya bê pere bi dawî bike. Her wiha nexweşxane şewatan jî derman dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya amadekariyên ji bo mewsima çinîna genim de, xwediyên patozan dest bi çakkirina wan kir û banga peydakirina mazotê berî mewsîma çinînê û yekkirina nirxê karê patozan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatî ji ber biryara zêdekirina buhayên peywendiyên bi telefonan li herêmên hikumeta Şamê, bi hêrs bûn û banga boykotkirina Syriatel û MTN’ê kir. (BI WÊNE)

Berovajî tişta ku berê hatiye gotin ku dê civîna hilbijartina serokkomar piştî Cejna Remezanê be,, teqez e ku serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Berî banga lidarxistina civînekê ji bo hilbijartina serokkomar nake. (BI WÊNE )

TEV-DEM bi boneya Roja Karkeran a Cîhanê şahiyek li daristana Kobanê saet di 10:00`an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA