Êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyawî berdewam in

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve bi taybet bi çekên qedexekirî, Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dike.

Êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyawî berdewam in
27 nîsan, 2023   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve bi taybet bi çekên qedexekirî, Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Li herêma Zapê;

26’ê Nîsanê saet di 09:30’an de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êriş çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê kirin. Hêzên me di çarçoveya parastina cewherî de bersiv dan û şer çêbû.

26’ê Nîsanê saet di 11:10’an de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êriş birin li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me di çarçoveya parastina cewherî de bersiv dan û şer çêbû.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedex kiriye;

Di 26’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê a bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

Di 25 û 26’ê Nîsanê de qada Dola Mîranê ya Garê 3 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di 26 û 27’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM û yên li Çemço û Sîdayê 24 caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.”