​​​​​​​‘Em 1′ê Gulanê bikin roja piştgiriya kedkarê mezin Rêber Apo’

TEV-DEM′ê bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku tev li pîrozbahiya girseyî ya 1’ê Gulanê bibe û got “Em bi hev re vê rojê bikin roja piştgiriyê bi kedkarên mezin Rêber Abdullah Ocalan re.”

​​​​​​​‘Em 1′ê Gulanê bikin roja piştgiriya kedkarê mezin Rêber Apo’
27 nîsan, 2023   11:32
HESEKÊ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê bang li saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, hêzên neteweyî, desteya rûspiyan, meclisa eşîran, rêxistinên jin û ciwan, saziyên civaka sivîl, tevahî çalakgerên çandî û civakî, hemû kedkar û karkeran kir ku tev li pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê bibin.

Hevserokê TEV-DEM′ê Xerîb Hiso li navenda TEV-DEM′ê ya li Hesekê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em vê rojê bi hev re bikin rojeke dîrokî û vînê. Em bikin roja piştgiriyê bi kedkarê mezin Rêber Abdullah Ocalan re û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bi hev re bixebitin.

Bi hatina salvegera 137′emîn a 1′ê Gulanê, bi rihê mîras û nirxên vê roja cîhanî li kedkarê mezin Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin.

Em hemû kedkar û karkerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû gelên berxwedêr pîroz dikin.

Em vê boneya fedakarî û têkoşînê ku kedkar li dijî siyasetên derfetgirtinê bi ser ketine, pîroz dikin."

Tê payîn du pîrozbahiyên mezin li ser asta herêma Cizîrê bên lidarxistin; li Bendava Mizgeftê ya li Tirbespiyê ya Qamişloyê û ya din jî li gundê Çolbistanê yê Dirbêsiyê yê Hesekê.

(fr)

ANHA