Dorçpêça Şamê hemû mekanîzmayên xizmetguzariyê yên Şehbayê dan sekinandin – HAT NÛKIRIN

Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojî ya Kantona Efrînê û Şehbayê ji ber dorpêça ku hikûmeta Şamê di demên dawî de şidandiye û nebûna sotemeniyê, neçar ma ku jeneratorên ceyranê û bîrên avê kêm bike. Mekanîzmayên xizmetguzariyê jî hatin rawestandin. Desteyê banga lezgîn li rêxistinên navnetewî kir.

Dorçpêça Şamê hemû mekanîzmayên xizmetguzariyê yên Şehbayê dan sekinandin – HAT NÛKIRIN
27 nîsan, 2023   10:40
ŞEHBA

Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojî ya Kantona Efrînê û Şehbayê têkildarî mijarê li hewşa avahiya rêveberiyê ya li gundê Til Sosîn ê girêdayî navçeya Ehdasê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî bi zimanê Erebê ji aliyê Hevserokê Desteya Rêveber Mihemed Şêxo, ya bi zimanê Kurdî jî, ji aliyê endama desteyê Şervîn Şêxo ve hat xwendin.

Şervîn Şêxo bibîr xist ku gelê Efrînê di encama hesabên siyasî, aborî û leşkerî yên hêzên navnetewî, her wiha êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de koçî Şehbayê kiriye, lê li vir jî êrîş û dorpêçan dom kiriye, ev jî bûye sedema nebûna debara jiyanê, hilweşîna binesaziyê. Şervînê bal kişand ku tevî hemû êrîşan û şertên zehmet jî wan di berxwedan û têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrînê, vegera ware xwe de iskar kiriye.

‘DIXWAZIN GEL NEÇARÎ KOÇBERIYEK DIN BIKIN’

Şervîn Şêxo da zanîn ku wan her xwestiye li gorî zagonên navnetewî mafên xwe biparêzin û beyannameya ku Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê têkildarî çareseriya aloziya Suriyeyê eşkere kiribû, bibîr xist. Şervîn diyar kir ku tevî van hemû hewldanan jî Hikûmeta Şamê dorpêça li ser Şehbayê zêdetir şidandiye û bi vê yekê dixwaze gel birçî bihêle û neçarî koçberiyek din bike.  Endama Desteya Rêveber Şervîn Şêxo bibîr xist ku ev 5 salin koçberên Efrîn, Şehba û niştecihên din ên herêmê di dorpêçek giran de ne, lewma zehmetiyên jiyanê dikişînin û wiha dom kir: “Rêkeftinên siyasî û plankirî yên di navbera hikûmeta Şamê, Rusya û dewleta Tirk a dagirker de dorpêç girantir dibe, fişarên li ser gel zêde dibin. Rejîma Suriyeyê r3e li ber ketina pêdiviyên bingehîn ên wekî sotemenî, derman û xwarinê digire.” 

‘XIZMETGUZARÎ SEKINÎ YE’

Şervîn Şêxo destnîşan kir ku ji ber bombebaranên dewleta Tirk a dagirker û dorpêçê, li herêmê jiyan gihîştiye asta felaketekê, lewma Desteya Rêveber neçar maye mekanîzmayên xizmetguzariyê rawestîne. Şervînê da zanîn ku ji ber nebûna sotemeniyê wan saetên jeneratorên ceyranê û bîrên avê kêm kirine, her wiha hemû mekanîzmayên xizmetguzariyê û got: “Eger dorpêça li ser Şehbayê dom bike, wê hemû xizmetên ceyran, av, firin, nexweşxane û dibistanan werin rawestandin”.

Şervînê di dawiya axaftina xwe de nêzîkatiya teng a Hikûmeta Şamê û israra wê ya di şidandina dorpêçê de şermezar kir û bang li rêxistinên navnetewî kir ku bi lezgînî destwerdana mirovî bikin, zextên li Hikûmeta Şamê bikin ku dorpêçê rake.”