Rêveberiya Xweser komîteyek ji bo vegera welatiyan ji Sûdanê ava kir

Rêveberiya Xweser ji bo vegera welatiyên li Sûdanê asê mane, komîteya vegerandina welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir.

Rêveberiya Xweser komîteyek ji bo vegera welatiyan ji Sûdanê ava kir
27 nîsan, 2023   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku komîteyek ji bo vegera welatiyên li Sûdanê asê mane, ava kiriye.

Di daxuyaniya li ser mijarê de hate gotin: "Diyar e krîza li Rojhilata Navîn niha di gelek qonaxan re derbas dibe. Di rastiyên meydanî de pêşketinên nû hene. Sûdan ji qadên germ e ku ji çend hefteyan ve rûdanê nû lê hene.

Em mixabîniya xwe ji van bûyerên li Sûdanê re nîşan didin. Em bi hêvî ne zimanê hişmendiyê li hember çekê bi ser bikeve.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikar li rewşa Sûdanê dinêrin. Em bi hêvî ne îstîqrar çêbe û çareyek di demeke nêz de pêk bê.

Me ji bo bersivdana xwestekên gel komîteyek ava kir, da ku welatiyên di sînorê Sûdanê de asê mane, vegerînin welat.

Erka vê komîteyê ye ku agahiyan bigihîne, şêwirên bike û nexşeyekê ji bo vegera gelê me yê asê maye, vegerîne. Her wiha em bi hêvî ne li Sûdan û tevahî herêman rewşa aram û îstîqrar çêbe.

Welatî dikarin bi van nimareyan têkiliyê bi komîteyê re deynin:

104 650 991 963 +

081 231 998 963 +

(fr)