​​​​​​​Bi dengê xwe yê zîz xwezaya welatê xwe nîşan dide

Malbatê behreya wî keşf kir û bapîrê wî ew teşwîq kir. Zarokê bi navê Şêrzad Reşîd xwedî dengekî zîz e. Stranên zarokan dibêje. Li gel perwerdeya xwe ya dibistanê perwerdeya muzîkê jî dibîne da ku behreya xwe bi pêş bixe.

​​​​​​​Bi dengê xwe yê zîz xwezaya welatê xwe nîşan dide
25 nîsan, 2023   04:45
HELEB-NISRÎN ŞÊXO

Şêrzad Reşîd (12) ji gundê Hesn Dêra yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ye. Ji dema ji Efrînê koçber bûye, tevî malbata xwe li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimîne.

Şêrzad ji xwişka xwe ya mezin fêrî stranbêjiyê bû. Malbatê jî ew teşwîq kir ku behreya xwe bi pêş bixe.

/kr/uploads/files/2023/04/24/200459_-.webp

Tevî ku li ser dikan stran negotine û li tu peymangehên muzîkê perwerde nedîtiye, lê di stranbêjiyê de serkeftî ye.

Bapîrê Şêrzad, herî zêde dehf da wî ku behreya xwe bi pêş bixe. Malbatê rê dayê ku li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo perwerdeya xwe bibîne û behreya xwe bi pêş bixe.

Ji bo ku Şêrzad ji xwendina xwe qut nebe, hefteyê rojekê perwerde dibe. Têkildarî vê Şêrzad got: “Mamoste û dostên min ên dibistanê ji dengê min hez dikin.”

Şêrzad di şahiyan de jî stranan dibêje. Herî zêde strana ‘Gul’ li ber dilê wî xweş e. Der barê vê de dibêje: “Welatê me tijî gul in. Efrîn û bi xweza û gulên xwe navdar e. Stranên din jî armancdar in.”

Piştî ku di şahiyên li taxê de stran gotin, Şêrzad bi dengê xwe navdar bû.

Heta niha tu stran tomar nekirine, lê dixwaze vê hêviyê pêk bîne. Girêdayî wê wiha axivî: “Heta niha min tu straneke taybet tomar nekiriye. Tenê li stranan guhdar dikim û ezber dikim. Piştre di şahiyan de dibêjim.”

(şx)

ANHA