​​​​​​​Zarokê birîndar, Ebdulezîz şehîd bû

Yek ji zarokên di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Eyn El Ebid birîndar bûye de, şehîd bû. Bi wê re 3 zarok ji heman malbatê şehîd bûn.

​​​​​​​Zarokê birîndar, Ebdulezîz şehîd bû
24 nîsan, 2023   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê, 18:00′an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîsan gundê Eyn El Ebid ê li rojhilatê Til Temirê topbaran kir.

Di encama topbaranê de 2 bira şehîd bûn, 2 bira û xweşka wan birîndar bûn. Ew birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê.

Nûçegihanê me eşkere kir ku Ebdulezîz Uwês (8) ê birîndar, şehîd bû.

(fr)