Meclisa Rêveber a Cizîrê şehîdên azadiyê bi bîr anîn

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku ew ê ji bo pêkanîna armancên şehîdan têkoşînê bilind bikin.

Meclisa Rêveber a Cizîrê şehîdên azadiyê bi bîr anîn
24 nîsan, 2023   19:04
NAVENDA NÛÇEYAN

25′ê Nîsanê Cejna Şehîdan e û salvegera şehîdên Qereçocê ye.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi vê boneyê hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Meclisê di daxuyaniyê de ev yek got: "Em şehîdên Qereçoxê û hemû şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr tînin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û serkeftinê pêk bînin.

Meclisê destnîşan kir ku şehîdan di oxira pêkanîna azadî û îstîqrara li herêmê û parastina gelên têkoşer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî de canê xwe da.

Her wiha meclisê got: "Em hemû malbatên şehîdan, birîndar û tevahî gelê xwe yê berxwedêr silav dikin."

Em Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê şehîdên azadiyê bi bîr tînin û dê armancên şehîdên xwe yên serkeftinê pêk bînin û rêça wan bişopînin.

(fr)