Hikumeta Şamê buhaya xizmetguzariyên telefonan bilind kir

Desteya peywendiyan a hikumeta Şamê, ragihand ku wê buhaya xizmetguzariyên peywendiyan bi rêjeya ji sedî 30 û 50 zêde kiriye. Li hember vê, sûriyeyiyan nerazîbûn nîşan da.

Hikumeta Şamê buhaya xizmetguzariyên telefonan bilind kir
24 nîsan, 2023   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteyê di daxuyaniyeke xwe ya li ser malperên xwe yên fermî belav kiriye de got: “Me guhertina buhaya xizmetguzariyên peywendiyan erê kir.”

Desteyê diyar kir ku ji bo berdewamkirina van xebatan, wê pêwîstî dît ku buhayan zêde bike.

Guhertin dê 1`ê Gulan dest pê bike û piştre lîsteya buhayan belav bike.

Li hember vê biyarê, li ser sosyal medya sûriyeyiyan nerazîbûn nîşan da.

Li ser vê yekê welatiyekî wiha behs kir, "Gelo gurmukirina telefonan têra desteyê nake?”

Welatiyeke din jî wiha ev yek got: “Wisa yekser!! Pêr behsa mijarê dikirin, îro jî biryar da. Hinekî bisekinin ji bo ku em bêjin we li ser mijarê lêkolîn û şêwir kiriye.”

Welatiyekî din jî wiha bersiv da: “Xwedê canê we û xizmetguzariyên we bibe. Ji bo çi hûn buhayê zêde dikin. Ji bo ku em li yekî bigerin deh caran li reqemê didin.”

Rojnameya Qasiyon a sûriyeyî, der barê rêjeya qezenca şîrketên telefonan lêkolînek çêkir û tê de eşkere kir ku rêjeya qezencê ya van şîrketan, a şîrketên Kendavê derbas kiriye.

Rojnameya Qasiyon di lêkolîna xwe de diyar kir ku rêjeya qezencê ya şîrketa Syria Tel gelek mezin e. Buhaya peywendiyê ji ya li Îmaratê bi 12 qatan bihatir e.

(şx)