​​​​​​​Li Kobanê merasîmên şehîdan

Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyê şehîd Selo Mihemed veşart û merasîma xiyabî ji bo şehîd Alan Bexdik li dar xist.

​​​​​​​Li Kobanê merasîmên şehîdan
​​​​​​​Li Kobanê merasîmên şehîdan
​​​​​​​Li Kobanê merasîmên şehîdan
​​​​​​​Li Kobanê merasîmên şehîdan
​​​​​​​Li Kobanê merasîmên şehîdan
24 nîsan, 2023   12:52
KOBANÊ 

Bi sedan endamên saziyên sivîl û dezgehên Rêveberiya Xweser a herêmê tev li merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê Cebhet El Ekrad a Minbicê Selo Mihemed bûn ku di encama krîza dil de di 22`yê Nîsanê de şehîd bûbû.

Her wiha li goristanê merasîma xiyabî ji bo şehîd Mihemed Mihemed (Alan Bexdik) hat lidarxistin ku li Şengalê di 9`ê Nîsanê de şehîd bûbû.

Merasîm li Goristana Şehîd Dîcle li dar ket. Di merasîmê de ji Rêveberiya Kongra Star a navçeya Şêran Litfiyê Silêman axivî û diyar ku erka wan ew e ku ala şehîdan rakin û rêya wan bişopînin û got: “Em xwedî îrade û felsefeya Rêber Apo ne, em xwedî wan şehîdan in ku canê xwe feda kiriye. Em dê dijmin tune bikin. Em soz didin ku em dê rêya wan heta azadiyê bişopînin."

Ji Rêveberiya Cebhet El Ekrad a Herêma Firatê Mihemed Elî jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Salih Nûh axivî û anî ziman ku şehîdan ji bo afirandina jiyaneke birûmet canê xwe feda kir û got: “Em xwedî şansekî mezin in ku Rêber Apo di vê pêvajoyê de derket. Rêber Apo dibêje cihê fikrê min li wir be, ez li wir im. Divê em jî xwedî li fikr û felsefeya Rêber Apo û şehîdan derkevin.”

Li ser navê malbata şehîd Welat Şêxo jî axivî. Şêxo anî ziman ku dê heta dawiyê rêya şehîdan bişopînin.

Piştre nasnameya şehîdan hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şehîd Selo Mihemed di nava tilîliyên dayikan de hate veşartin.

(şx)

ANHA