Rojnameyên erebî: Metirsî hene ku Sûdan veguhere qada berberiya navneteweyî

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rewşa li Sûdanê, lihevkirina leşkerî ya 2022`yan û nakokiyên di navbera Çîn û Amerîkayê de li Rojhilata Navîn nivisîn.

Rojnameyên erebî: Metirsî hene ku Sûdan veguhere qada berberiya navneteweyî
24 nîsan, 2023   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DER BARÊ SÛDANE DE GELO BERBERIYA NAVNETEWEYÎ DEST PÊ KIR?’

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Aloziya li Sûdanê, şerên domdar di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, metirsiyan çêdike ku ne tenê bandorê li Sûdanê bike, lê belê dê bandorê li dewletên herêmî û hêzên navneteweyî jî bike. Nexasim, berberiyeke (polarîzasyon) mezin li Afrîkayê heye û hêzên navneteweyî hewl didin hebûna xwe li rojhilatê Afrîkayê, beravê û çolistanê xurttir bike. Sûdan xelekeke stratejîk a girîng e ku wan bi hev ve girê dide.

Tevî ku hêzên navneteweyî bi awayekî eşkere bang kir ku alozî li Sûdanê bimîne û hêzên derve destwerdanê nekin, lê li gorî çavdêran, girîngiya jeosiyasî ya Sûdanê, hewldana hêzên nakok ku piştgiriyê li ser asta herêmî û navneteweyî bi dest bixin, dibe rê veke ku Sûdan bibe qada berberiya navneteweyî. Nemaze tawanên Amerîkayê û redkirina wan tawanan ji aliyê Rûsyayê ve ku destê wê bi rêya Wagnerê di aloziya li Sûdanê de heye.

Rûsya li gorî lihevkirinên berê yên fermî alîkariya leşkerî pêşkêş dike û artêşa Sûdanê perwerde dike. Çavdêran destnîşan kir ku peywendî di navbera Rûsya û Hêzên Lezgîn de heye. Çîn di vî alî de baldar e ku hewl dide hevsengiya di navbera berjewendiyên xwe yên aborî û mudaxeleya kar û barên hundirîn ên dewletên din de neke.

Pirsporê Afrîkayê Dr. Mihemed Yusif El Hesen destnîşan kir ku aloziya Sûdanê xetere ye, gelek îhtîmal hene, nexasim heke alozî dirêj bibe. Li gorî wê, ev dê bibe sedem ku hêzên navneteweyî û herêmî helwesta xwe biguherin û her yek li gorî berjewendiyên xwe destwerdanê bike û ev jî li gorî wê, dê aloziyê girêktir bike.”

‘JI ŞERÊ SAR VE LI EWROPAYÊ LÊÇÛNA LEŞKERÎ DI ASTA REKORÊ DE YE’

Girêdayî lêçûna leşkerî ya li Ewropayê rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Sala 2022`yan lêçûna leşkerî li Ewropayê di asta rakorê de bû. Li gorî lêkolînerên ewlehiya cîhanê, piştî şerê Ukraynayê û ji Şerê Sar ve, ev cara yekemîn e ku lêçûna leşkerî digihêje vê astê.

Di lêkolîneke Peymangeha Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê de diyar bû ku li Ewropayê lêçûna leşkerî û xurtkirina artêşan gihaşt 2.24 trilyon dolarî.

Ewropa sala 2022`yan bi rêjeya ji sedî 13 artêşên xwe xurttir kirin. Ji 30 salan ve, ev rêjeya herî zêde ye.

Li gorî lêkolînê, Ukraynayê bi tenê 7 caran lêçûna xwe zêde kir ku gihaşt 44 milyar dolarî. Her wiha sûd ji alîkariyên leşkerî girt ku jê re hatine pêşkêşkirin.

Piştî ku Çînê bi miqdarên mezin hêzên xwe yên leşkerî xurttir kirin û piştî ku Rûsyayê nîvgirava Qirimê sala 2014`an tev li axa Rûsyayê kir, lêçûna leşkerî li Ewropayê her ku çû zêdetir bû.

Li gorî lêkolînê, dewletên herî zêde di aliyê leşkerî de pere xerc kirine DYA û piştre Çîn e. Pê re, Rûsya û Hindistan, Japonya, Endonezya, Malezya, Vîetnam û Awistralya hene.

Li Ewropayê, Brîtanya di rêjeya 6`an de ye. Dûre Almanya û Fransa hene.

Di 10 salên dawîn de Polonya, Hollanda û Swêd veberhênanên xwe yên leşkerî zêde kirin.”

‘ROJHILATA NAVÎN DI NAVBERA ÇÎN Û DYA’YÊ DE VEGUHERIYE ENIYEKE HEVRIKIYÊ’

Têkildarî nakokiyên di navbera Çîn û DYA’yê de rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Di raporekê de ajansa Bloomberg a amerîkî bal kişand ser hewldanên Çînê ku hegemonyaya xwe li Rojhilata Navîn zêde bike. Her wiha îşaret pê kir ku şerekî sar di navbera Çîn û DYA`yê de heye.

Nîşaneyên vî şerî zelaltir bûn, piştî ku navbeynkariya Çînê bi ser ket ku Îran û Erebistana Siûdî li hev anîn.

Ajansê diyar kir ku Çîn di demeke kurt de ku ne li gorî pêşbînan bû, roleke sereke û balkêş di Rojhilata Navîn de lîst.

Destê Çînê di çareserkirina aloziyên navneteweyî de heye û hewldan û navbeynkariya wê gihaşt herêmên di bin hegemonyaya dîplomatîk a DYA’yê de.

Ji ber helwestên rêveberiya serokê DYA’yê Joe Biden, têkiliyên DYA-Kendavê sar bûn, nemaze piştî helwesta wê ya zeîf li hember êrişên Hûsiyan li dijî Erebistana Siûdî û Îmaratê, her wiha helwesta wê li hember tevgerên Îranê ku Kendav li ser ewlehiya xwe wek gef didîtin.

Li ser asta malî jî, Banka Binesaziyê ya Asyayê ku navenda wê li Pekînê ye, yekemîn nivîsgeha xwe li Ebû Zebiyê vekir.

Balkêş e ku ji 10 salan ve, Pekîn li hember hegemonyaya malî ya rojavayî, ev bank vekir.”

(şx)