Rewşa Kurdên li Sûdanê dijwar e

Kurdên li Sûdanê piştî aloziya leşkerî ku derbasî hefteya duyemîn bû, di nava zehmetiyên mezin de ne.

Rewşa Kurdên li Sûdanê dijwar e
24 nîsan, 2023   08:02
KOBANÊ - ZANA SEYÎDÎ

Li gelek bajarên Sûdanê, nexasim li paytext Xertûmê, şerên dijwar bi çekên giran û balafirên şer di navbera artêşa Sûdanê ya bi fermandariya Ebdulfettah El Burhan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi fermandariya Mihemed Hemdan Deqlo de rû didin.

Li gorî daneyên dawîn ên WHO`yê, di encama şer de nêzî 420 kes hatine kuştin û 3 hezar û 700 kes birîndar bûne.

Li gorî gelek çavkaniyan, hejmara qurbaniyên sûriyeyiyên li Sûdanê derket 11 kesan ku gelek ji wan ji ber sedemên nîjadperestiyê hatine kuştin.

Hemo Îbrahîm Rehmano yek ji Kurdê li Xertûmê ye û nasnameya Sûdanê hildaye. Sala 2011’an ji Sûriyê derketiye. Têkildarî rewşa li Sûdanê ji ajansa me re axivî.

Rehmano diyar kir ku tevliheviyeke mezin li paytextê heye û got: “Çeteyên girêdayî her du hêzan, li dijî Kurdan û sûriyeyiyan kiryarên nîjadperestî pêk tînin. Me di 10 salên dawîn de aboriya Sûdanê geş kir. Li vir madeyên bingehîn kêm in, rewş trajedîk dibe."

Rehmano wiha domand: “Kehrebe, gaz, nan û madeyên din tune ne. Xertûm bûye bajarê helametan. Tevî kiryarên nîjadperest ên çeteyan li paytextê, lê gelek sûdanî alîkariya me dikin û rêzê ji me re digirin.”

Rehmano destnîşan kir ku ew ji paytextê derketiye û çûye bajarê Etbere yê li bakurê Xertûmê. Her wiha da zanîn ku bi rê de çeteyan erebeyên gelek xizmên wî desteser kirine.

Rehmano bi bîr xist ku li Xertûmê nêzî 200 malbatên Kurd hene, hemûyan jî berê xwe da bajarên din ên ewle û tevî malbatên sûdanî dimînin.

Der barê derketina ji paytextê de Rehmano got: “Derketin dijwar bû. Balafirgeha sereke ya Xertûmê wêran bû. Ruxmî ku bi min re nasnameya sûdanî heye, lê dewletên cîran pêşwaziya me nakin. Heta ku pêşwaziya me jî bikin, lê bi me re ew qas pere tune ye. Pereyên me di bankan de ne."

Rehmano wiha domand: “Tu aliyên fermî bi Kurdên li Sûdanê û heta bi sûriyeyiyên li wir re peywendî çênekiriye. Ruxmî ku gelek sûriyeyî li welêt hene. Lê heta niha hikumeta Şamê tu gav neavêtine.”

Li gorî gelek çavkaniyan zêdetirî 90 hezar sûriyeyî li Sûdanê hene. Di nava wan de gelek Kurdên ji Kobanê û Girê Spî hene.

(şx)

ANHA