​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-4-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-4-2023
23 nîsan, 2023   23:00

Şêwirmendê serokkomarê Atrsaxê Davîn Babayan destnîşan kir ku pêwîst e hevbendiyek û hevkariyeke xurt di navbera gelê Kurd û Ermen de hebe û diyar kir ku her du gelan ji ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker gelek êş û zehmetî kişandin. (BI WÊNE)

Endamên qebîleya El Cibûr banga destekdayîna ji beyannameya Rêveberiya Xweser kir û got ji bo çareseriyê divê nakokiyan deynin aliyekî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di dema Komkujiya Ermenan de, hê 9 salî bû dayik û xwişkên wê kuştin, ew bi mislimanekî re dan zewicandin û bi zorê kirin misliman. Wê bi xwe jî bawer kir ku ew misliman e, dema ku hat xilaskirin jî malbata xwe nas nekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Dêrazorê diyar kir ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûye û da zanîn ku ew dê tê bikoşin û li ber xwe bidin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mûna El Hamid nêzî 16 sal in xafikên masiyan çêdike û tê de pispor e. Mûna got dê bi pîşeya xwe, li hember hemû şert û mercan bisekine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA