Rûsya gefa betalirina lihevkirina hinartina dan bi rêya Deryaya Reş xwar

Piştî belavbûna agahiyan der barê niyata Koma 7 ku qedexeya giştî li hinarteyên çandiniyê yên Rûsyayê ferz bike, Rûsya gef xwar ku lihevkrina hinartina danên Ukraynayê bi rêya benderên Deryaya Reş betal bike,

Rûsya gefa betalirina lihevkirina hinartina dan bi rêya Deryaya Reş xwar
23 nîsan, 2023   19:49
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê berê yê Rûsyayê Demtry Nedvedev destnîşan kir ku Msokov dê bi rêya betalkirina lihevkirina hinartina danan ku çarerê ye dema wê 18`ê Gulanê bi dawî bibe, bersiva qedexeya giştî bibe ku dê Koma 7 li hinarteyên çandiniyên yên Rûsyayê ferz bike. 

Însiyatîfa Dan a Amerîkayê, korîdoreke deryayî ya ewle peyda kir da ku kêmbûna xwarinê li cîhanê sivik bike. Li gorî vê însiyatîfê, rê hat dayîn ku dan bi rêya sê benderên Ukraynayê derbasî derve bibin. Li ser asta cîhanê Ukrayna, hilberînerê sereke ya dan û tovan e.

Di heman demê de, Ukrayna bang kir ku bangewaziyên ku banga Kiev dikin ku danûstandinan bi Rûsyayê re bike, rawestin. Her wiha li gel israra Moskovê, çekên din jê re bişînin.

(şx)