​​​​​​​Qebîleyên Sûriyeyê banga desteka ji beyannameya Rêveberiya Xweser re dikin

Endamên qebîleya El Cibûr banga destekdayîna ji beyannameya Rêveberiya Xweser kir û got ji bo çareseriyê divê nakokiyan deynin aliyekî.

​​​​​​​Qebîleyên Sûriyeyê banga desteka ji beyannameya Rêveberiya Xweser re dikin
23 nîsan, 2023   23:33
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bidawîkirina şerê Sûriyeyê ku 12 sal e dewam dike, di 18`ê Nîsanê de beyannameya çareserkirina aloziya Sûriyeyê eşkere kir.

Endamê Meclisa Qebîleya El Cibûr a li herêma Cizîrê Îbrahîm Sultan têkildarî mijarê ji ANHA`yê re axivî û got beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo tevahî gelê Sûriyeyê çareseriyeke erênî û redkirina destwerdanên derve ye.

Îbrahîm Sultan destnîşan kir ku divê hikumeta Şamê erênî nêzî beyannameyê bibe û got: "Ev beyanname dikeve xizmeta gelê Sûriyeyê û dê dawî li aloziyê bîne."

Sultan bang li eşîr û qebîleyên Ereb û Kurdan kir ku destekê bidin vê beyannameyê û bang li Rêveberiya Xweser jî kir ku ji bo pêkanîna armancên beyannameyê peywendiyên bi sûriyeyiyan re zêdetir bike.

‘JI BO DERBASKIRINA ASTENGIYAN GAVEK E’

Berdevkê Meclisa Qebîleya El Cibûr Hemze El Axa jî diyar kir ku “xwîna sûriyeyiyan biha ye û divê nehêlin bê rijandin.”

El Axa, ji ber beyannameyê spasiya Rêveberiya Xweser kir û anî ziman ku beyanname dikeve xizmeta tevahî gelê Sûriyeyê û ji bo derbaskirina hemû astengiyên li pêşiya welatiyên Sûriyeyê gavek e.

El Axa bang li hemû aliyên Sûriyeyê kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û piştgiriyê bidin vê beyannameyê û got: “Komployên li djiî gelê Sûriyeyê berdewam in, ji lew re divê hemû alî hesabên xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin û destekê bidin beyannameyê, ji bo rê li destwerdanên derve bê girtin, herêmên me bên parastin û herêmên dagirkirî bên rizgarkirin.”

(c)

ANHA