​​​​​​​Li dijî tecrîdê banga lidarxistina xwepêşdanan kir

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li gelên Kurdistanê kir ku li dijî siyaseta dewleta Tirk a dagirker serî hildin û dakevin qadan.

​​​​​​​Li dijî tecrîdê banga lidarxistina xwepêşdanan kir
22 nîsan, 2023   23:43
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Desthilata Tirk bi bihaneya "cezayên dîsîplînî" tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne û ji 25'ê Adara 2021'ê ve hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re nehatiye kirin. Neteweyên Yekbûyî muhleta heta dawiya Adara borî dabû dewleta Tirk da ku sedemên qedexekirina hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re eşkere bike. Lê dewleta Tirk heta niha tu bersiv nedaye û NYʹyê jî bêdeng e.

ʹRÊBERTÎ DERFET JI JINAN RE PEYDA KIR KU NASNAMEYA XWE NAS BIKINʹ

Welatiya bi navê Dehla Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan ê ku li nav gelên Rojhilata Navîn belav bûye ditirsin, ji ber wê jî tecrîda li ser wî giran dike. Dehla got: "Rêber Abdullah Ocalan derfet ji jinan re peyda kir ku nasnameya xwe nas bikin û bi saya wî jin azadiya xwe bi dest xistin. Em jî şopdarên fikrên wî yên azad û demokratîk in.ʹʹ

Dehla Ehmed destnîşan kir ku bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan jin roleke pêşeng di hemû qadên jiyanê de dilîzin.

Dehla Ehmed tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Ev tecrîd li dijî  hemû qanûn û pîvanên mafên mirovan e. Tecrîda li ser Rêber Ocalan tecrîdkirina tevahî gelên Rojhilata Navîn bi taybet tecrîdkirina jinan e, ji ber ku azadiya me girêdayî azadiya wî."

"BÊDENGIYA RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ Û CPT ŞERMEKE SIYASÎ Û NAVNETEWEYÎ YE"

Welatiyê bi navê Îbrahîm El Hemûd diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji tecrîdê ew e ku wî ji gelên herêmê dûr bikin û got, bêdengiya rêxistinên navneteweyî di serî de CPT'yê şermeke siyasî û navneteweyî ye..

Her wiha, welatiyê bi navê Şêxmûs Îbrahîm destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker naxwaze pirsgirêkên Rojhilata Navîn û yên Tirkiyeyê bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser bibin, ji ber vê yekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan giran dike. Her wiha got, armanca dewleta Tirk ji tecrîdê ew e ku Rêbertî ji gel dûr bixe û rih ji beden qut bike.

Îbrahîm anî ziman ku CPT'yê di doza Rêber Abdullah Ocalan de xwedî li erkên xwe dernakeve û got: "CPT, hevkara dewleta Tirk a dagirker e û bi dewletên kapîtalîst re dûrî nirxên xwe yên mirovî dixebite."

Şêxmûs Îbrahîm bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir ku li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker û tecrîdê dakevin qadên azadiyê û banga azadiya wî ya fîzîkî bikin.

 (mh)

ANHA