Panorama hefteyê: Erebistana Siûdî bi Şamê re çareseriya siyasî nîqaş kir

Rojnameyên erebî diyar kir wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî çareseriyeke siyasî bi hikumeta Şamê re nîqaş kir. Her wiha destnîşan kir ku parçebûna navxweyî, lawazbûna saziyan û gendelî sedema aloziya aborî ya li Başûrê Kurdistanê ye. Ji bo Sûdanê jî hişyariya şerekî navxweyî hate kirin

Panorama hefteyê: Erebistana Siûdî bi Şamê re çareseriya siyasî nîqaş kir
23 nîsan, 2023   04:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdana wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî ji Şamê re, rewşa aborî ya Başûrê Kurdistanê, her wiha şerê li Sûdanê mijarên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

ʹFEYSEL BIN FERHAN LI ŞAMÊ YEʹ

Rojnameya Şerq El Ewset li ser rewşa Sûriyeyê nivîsand: "Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî mîr Feysel Bin Ferhan duh bi serokê Sûriyeyê Beşar Esed re gavên ji bo pêkanîna çareseriya siyasî ya giştî li Sûriyeyê lêkolîn kirin, da ku wê vegerîne nava Ereban.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Siûdiyê de hate gotin Feysel Bin Ferhan ji Esed re li ser girîngiya peydakirina hewayeke guncaw ji bo gihandina alîkariyan li tevahî herêmên Sûriyeyê axivî. Bin Ferhan diyar kir ku ew ê hewl bidin îstîqrar li tevahî Sûriyeyê misoger bibe.

Duh Bin Ferhan gihaşt Sûriyeyê. Ji 2011′an ve ev serdana yekemîn e. Wezareta Karên Derve ya Siûdiyê got ev serdan ji bo pêkanîna çareya siyasî ji krîza Sûriyeyê re ku bandorên wê bi dawî bike û yekitiya Sûriyeyê biparêze, pêk hat. Bin Ferhan ji serokê Sûriyeyê re got divê rewşên guncaw ji bo vegera hemû penaber û koçberên Sûriyeyî li herêmên xwe, werin dabînkirin.

Çapemeniya Sûriyeyê da zanîn ku Esed bi Feysel Bin Ferhan re têkiliyên di navbera her du welatan de û dosyayên siyasî, erebî û navneteweyî nîqaş kirine."

ʹHERÊMA KURDISTANA IRAQÊ DI XWESERIYA ABORIYÊ DE BI BIN KETʹ

Rojnameya El Ereb bal kişand ser rewşa Başûrê Kurdistanê û wiha nivîsî: “Îro, astengî li pêşberî Iraqê hene. Ji astengiyên sereke; zextên qanûnî û diravî yên ji aliyê Hikumeta Federal a Bexdayê ve hatine ferzkirin, gef û êrişên Îran û Tirkiyeyê. Lê gefa rasteqîn a li hikumeta herêma Kurdistanê ne ji derve ve ye. Piştî derbasbûna 30 salan di ser avabûna hikumeta herêma Kurdistana Iraqê re û derbasbûna 20 salan di ser êrişa Amerîkayê re, hikumeta herêmê ne xwedî nêrîneke zelal a ji bo siberoja xwe ye û ji nîvê temenê xwe bi aloziyan derbas dike.

Li gel xetereya jidestdayîna rola xwe ya girîng e, hikumeta herêmê li pêşberî îhtîmala rûdana tevliheviyeke navxweyî ye. Sedema vê yekê aloziya aborî, parçebûna navxweyî ya di navbera 2 malbatên serdest ên li Kurdistana Iraqê de ye, her wiha saziyên hikumetê lawaz in ku gendelî  lê heye.”

Di beşeke din a nivîsê de îşaret bi nakokiyên hêzên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê tê kirin " Bi kûrbûna nakokiyên Kurdan û başbûna rewşa ewlehiyê li deverên din ên Iraqê re, hevsengiya hêzan ku berê di berjewendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû, di berjewendiya Bexdayê de tê guhertin.

Pirsa ku xwe dide pêş ev e; gelê wê aboriya Kurdan girêdayî alîkariyên derve, petrol û pereyên bûdceya Bexdayê bin, an jî dê herêm karibe bi rêya sererastkirinê aboriyeke xurt ava bike? bersiva van pirsan dê siberoja herêma Kurdistanê diyar bike."

ʹLi Sûdanê metirsiyên şerê navxweyî

Rojnameya El Quds El Erebî der barê rewşa Sûdanê de nivîsî: “Tê texmînkirin ku di şerê dawîn ê di navbera fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burhan û fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo ku bi Himêdetî tê nasîn de, serokê nû yê Sûdanê bi ser bikeve. Yê bi bin bikeve jî dê çarenûşa wî sirgûnkirin, an binçavkirin an jî mirin be.

Yan jî dibe ku şerekî navxweyî yê demdirêj derkeve, yan Sûdan bê parçekirin. Pisporê kar û barên Sûdanê yê Zanîngeha Tufts, Alex de Waal ku ji ajansa Associated Press re axivî, destnîşan kir ku ev hefte divê wekî gera yekemîn a şerê navxweyî bê dîtin.

Waal hişyarî da ku eger şer zû neyê bidawîkirin, dê bibe lîstoka hin aliyên herêmî û navneteweyî yên aktîv yên ku hewl didin bi rêya pere, çek, hêz an jî wekîlên xwe berjewendiyên xwe pêk bînin.

Endamê Koma Aloziyên Navneteweyî Alan Boswell jî got, “Tiştê li Sûdanê rû dide, dê tenê li Sûdanê nemîne.”